Parlamentera HDP'ê Hatimogullari xwest bûyerên li Turkoglu ronî bibe 2019-12-06 15:50:35   ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari, bi boneya Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bi bersivînê pirsname da meclîsê. Hatimogullari, xwest geşedanên li Girtîgeha Turkoglu ya Mereşê pêş dikevin bên ronîkirin.    Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari, têkildarî rawşa girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Turkoglu ya Mereşê ji bo Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bi bersivînê pirsname da meclîsê. Hatimogullari, diyar kir ku girtî li dijî binpêkirina mafan, di 12'ê mijdarê de dest bi greva birçîebûnê ya bêdem û bêdorveger kirine û wiha got: "Piştî vê yekê li Girtîgeha tîpa L a Hêjmar 1 a Turkoglu ya Mereşê jî 4 girtiyên siyasî li dijî jimartina li ser piyan û nîzama eskerî di 25'ê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirine. Girtiyan diyar kirine ku heta binpêkirina mafan bi dawî bibe dê çalakiyên xwe jî berdewam bikin. Girtiyan di nameya ku ji Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê re şandine de binpêkirinên mafan rêz kirine. Girtiyan anîne ziman ku kawîşên 12  û 24 kesan hene, lê li gel vê yekê 3, 5 û 9 kes  bi hevre tên girtin. Girtiyan anîn ziman ku mafê wan ê pirtûk, pirtûkxane û pirtûkên depoyê ji destê wan tê girtin û hemû xebatên wan ên hevpar ji destê wan hatine girtin.    Hatimogullari, bi boneya Wezîr Gul bibersivîne ev pirs pirsîn:    * Ji bo lêpirsîna binpêkirina mafan a li Girtîgeha Tipa L a Hêjmar 2 a Turkoglu bê ronîkirin tu lêpirsîn hatiye vekirin?  * Girtî bê sebeb rastî cezayê lêpirsînê tên. Li dijî vê yekê serlêdan bê bersîv tên hiştin. Rast e?  * Li Girtîgeha Tipa L a Hêjmar 1 a Turkoglu girtî li ser piyan jimartinê didin û rastî lêdanê tên. Têkildarî vê yekê tu lêpirsîn hatiye destpêkirin?  * Îdîayên Girtiyên neheqî şermezar kirine rastî cezayê hucreyê û dîsiplînê hatine rast e?  * Girtiyên rastî neheqiyê hatine serî li îdareya dadgehê dane û serlêdanên wan bê bersîv mane, ev rast e?  * Daxwaza wan a Rojnameya Yenî Yaşamê bi kijan sedemê tê redkirin?   * Li dijî binpêkirina mafên girtiyan Wezareta we têkildarî vê yekê çi dike û dê çi bike?