Tirkiyeyê qaymeqam tayînî Grê Spî û Serêkaniyê kir 2019-12-06 15:27:35   RIHA - Waliyê Rihayê Abdûllah Erîn, ragihand ku qaymeqam tayînî Grê Spî û Serêkaniyê hatine kirin. Walî, diyar kir ku ji bo kontrolkirina herêmê hêzên ewlehiyê jî ava bikin.    Waliyê Rihayê Abdûllah Erîn, Koordînatorên Alîkarên Walî, nûnerên saziyên cemaweriyê, endamên Meclisên Herêmî yên Grê Spî û Serêkaniyê, li Eywana Konferansê ya Miduriyeta Çandiniyê ya Serêkaniyê li hev civiyan. Li ser malpera Walîtiya Rihayê têkildarî civînê nûçeyek hat weşandin. Di nûçeyê de tê diyarkirin ku Walî Erîn ragihandiye ku qaymeqam tayînî Grê Spî û Serêkaniyê hatine kirine û dê  ji bo kontrolkirina herêmê hêzên ewlehiyê jî ava bikin.