Di dema avêtina ser malê de qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da 2019-12-05 23:08:41 COLEMÊRG - VEDAŞ'ê tevî cendirmeyên rûpoş avêt ser gundê Qampa Şûkeyî yê Geverê. Di dema avêtina ser gund de Fahriye Gurbuz qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Îro danê sibehê Şîrketa Ceryanê ya Vangoluyê (VEDAŞ) tevî cendirmeyên rûpoş avêt ser gundê Qampa Şûkeyî yê navçeya Gever a Colemêrgê. Di dema avêtina ser gund de jina bi navê Fahriye Gurbuz a 45 salî qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên bi dest ketin, îro danê sibehê saet li dor 05.30'yî de VEDAŞ bi îdiaya ceryana qaçax tê bikaranîn tevî cendirmeyan avêtiye ser gund. Di avêtina ser maleke li gund de Fahriye Gurbuz qeyrana dil derbas kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Hat hînbûn ku cenazeyê Gurbuzê şandine Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Piştî karên otopsiyê cenazeyê Gurbuzê anîna Goristana Qampa Şûkeyiyê û li wir hatiye veşartin. Tê gotin ji ber di dema avêtina ser malê de cendirmeyên rûpoş hebûne Gurbuzê qeyrana dil derbas kiriye û jiyana xwe ji dest daye.