Şeva 'jinên kurd û helbestan' hat lidarxistin 2019-12-05 21:31:03   AMED – Şahiya "Jinên kurd û şeva helbestan" hat lidarxistin. Di şahiyê de Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bal kişand ser pişaftina li ser zimanê kurdî û got: “Jinên kurd, di her qadê de çawa ku stuyê xwe li ber pergala desthilatdar netewandiye, di vê mijarê de jî natewîne û li ber xwe dide.”   PEN'a Kurd, Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamya, bi navê "Jinên kurd û şeva helbestan" li avahiya MED-DER'ê şahiyek li dar xistin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, endamên Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamya û gelek kes beşdar bûn. PEN'a Kurd, Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamya beriya bernameyê ji bo balê bikşînin ser binpêkirina mafên jinê, bi rêya postê kart û pirtûk ji girtiyên jîn re şandin.    ‘EM LI KU DERÊ BIN JÎ EM Ê LI BER XWE BIDIN’   Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, bal kişand pişaftina li ser zimanê kurdî û got: “Jinên kurd di her qadê de çawa stuyê xwe li ber pergala desthilatdar netewandiye, eynî di vê mijarê de jî natewîne. Çi qas pişaftineke giran li ser zimanê me meşandibin jî em îro dibînin ku jinên me çi di girtîgehan de, çi li derve, çi li malê dîsa jî li ber xwe didin û dibên li ku dibe bila bibe em ê çanda xwe biparêzin. Em minetdarê van jin û dayikên xwe ne.”   Guven, da zanîn ku tiştên ku bi serê gelê kurd hatî bi gotin û nivîsandinê naqedin û got: “Tiştên dijwar hatin serê me. Lê em ê vana çawa bigihînin zarokên xwe? Em ê bi xêra hevalên xwe yên ku pirtûkan dinîvîsin, bi helbestan bi stranan bigihînin. Zimanekî ku qedexe be gelo mirov dê çawa bi wî zimanî li ber xwe bide? Zimanê kurdî bi pêşangiya jinan, xwe gihand roja îro."   Guven, diyar kir ku ji îro pêve jî tenê jinek jî bimîne wê nehêlin zimanê kurdî winda bibe û got: “Em ê heta dawiyê di vê merheleyê de li ber xwe bidin û têbikoşin.”   ‘ZAROKÊN KURDAN MÎNA ROBOSKÎ HATIN QETILKIRIN’   Guven, bibîr xist ku ji bo têdikoşin rastî êrîşan tên û got: “Carna di girtîgehan de, carna di qadan, qirqirina siyasî, qirkirina zarokan de ser me de tên. Herî dawî li Til Rifatê zarokên kurda mîna Roboskiyê hatin qetilkirin. Em dubare dikin ku hûn nikarin bi kuştinê kurdan biqedînin. Destdirêjiyê li ser axa kurda nekin. Ev zilma we bes e. Qerîna dayikan, mirov fedî dike. Em ne birayên kesî ne, em bi xwe îtîfaqa xwe çê bikin li ser piyan bisekinin em ji tevahî cîhanê re bêjin êdî bes e. Bes e êdî hûn zarokên me perçe dikin. Tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan dimeşînin, êdî bes e ji we re. Em ê li hemberî vê yekitiya neteweyî ava bikin."    Guven, destnîşan kir ku di rojên pêş de ji bo yekitiya jinên kurd wê civînekê li dar bixin û got, ji vê merheleyê re wê bêjin êdî bes e.    Herî dawî Guven got: “Em ê bi xwe çarenûsa xwe binîvîsin û stuyê xwe li ber wan natewînin. Ji ber wê yekê li ku dibe bila bibe em ê li zimanê xwe xwedî derkevin, em ê rêxistinkirina xwe xurtir bikin.”   ‘ZIMAN BI SAYA JINAN HETA ROJA ME HATIYE’   Pişt re Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, axivî. Aydenîz, destnîşan kir ku ziman bi saya dayik û jinan hatiye heta roja me û wiha axivî: “Dîrok bi rêxistinê, bi têkoşînê û bi pêşengtiya jinê pêk tê. Heta vê gavê zimanê me neheliyabe bi sekna dayika û jina hatiye vê merhelê.”    Aydenîz, bal kişand êrîşên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û got: “Çi qas êrîş bikin jî nikarin armanca xwe pêk bînin, ji ber ku jin pêşeng in.”   ‘DIVÊ EM LI ZIMAN Û WÊJEYÊ XWEDÎ DERKEVIN’   Nivîskar û Rojnamevan Roza Metîna jî diyar kir ku bi bernameyê xwestin balê bikşînin ser binpêkirina mafên jinê yên di qada ziman û wêjeyê de û got: “Loma me got, em şeveke helbestê li dar bixin. Em balê bikşînin ser parastina nirxên civakî yên kurd. Hîmê nirxan ziman û wêjeye ziman û wêje tunebe ew civak ber bi tunebûnê ve diçe. Divê em li ziman û wêjeyê xwedî derkevin.”   Piştî axaftinan bername bi xwendina helbestan bi dawî bû.