Meşa Yekîtiya Neteweyî ya Kurd ji Lozanê dest pê kir 2019-12-05 16:44:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Zêdeyî 100 hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar û nûnerên saziyên kurd bi daxuyaniyek çapemeniyê dest bi Meşa Yekîtiya Neteweyî ya Kurd a ji Lozanê heta Cenevreyê kirin.   Zêdeyî 100 siyasetmedar, nivîskar, hunermend, rojnamevan, akademîsyen, nûnerên saziyan û partiyên siyasî ên kurd bi daxuyaniyek çapemeniyê dest bi Meşa Yekîtiya Neteweyî ya Kurd kirin ku wê ji bajarê Lozanê yê Swîsreyê heta bajarê Cenevreyê du rojan dewam bike. Çalakger li Place de Rîponneyê li hev kom bûn ku avahiya Peymana Lozanê lê hate îmzekirin lê ye û bi daxuyaniya çapemeniyê dest bi meşa xwe kirin.   Civîna çapemeniyê li pişt pankartên "Ji bo têkbirina dagirkeriyê yekîtiya neteweyî ava bike" û "Li dijî dagirkeriyê Rojava biparêzin" pêk hat. Bi navê çalakgeran bi Kurdî, Fransî û Îngilizî daxuyaniyeke hevpar hate xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Em dimeşin...   Em mirovên ji nêrînên cuda yên siyasî, nûnerên sazî û partiyên ji beşên cuda yên Kurdistanê, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, wênevan, rojnamevan, akademîsyen, jin û ciwanên Xiristiyan, Kurd, Suryanî-Keldanî, Asûrî, Ermenî, Tirkmen, Elewî, Misilman, Êzidî ji bo yekîtiya neteweyî ji Lozanê dimeşin Cenevreyê. Bi polîtîkayên parçe bike, bi rê ve bike û asîmîle bike xwestin ku Kurdan lawaz bikin. Lê belê di nava Kurdan de piştî 100 salan hişmendiyeke xurt a neteweyî afirî û wê bi yekîtiya neteweyî di vê sedsalê de encamê werbigirin.   Yekîtî dê tevahiya Kurdistanê bide qezençkirin   Kurd di vê serdemê de gihîştine wê astê ku bi yekîtiya neteweyî karibin encamê werbigirin. Bi xurtkirina yekîtiya xwe wê bibin xwedî statu û demokrasiya li herêmê xurtir bikin. Lê belê hîn jî hin hêz hene ku ji bêstatubûna Kurdan sûdê werdigirin. Mîna bêhelwestiya hêzên navneteweyî ku li pêşberî paqijiya etnîkî ya ku dewleta Tirk di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) da destpêkirin bêdeng man. Yekane rêya ku vê rewşê ji holê rabike ewe ku Kurd bi konferansa yekîtiya neteweyî di vê sedsalê de çarenûsa xwe diyar bikin. Parçebûyîn, mezhebî, partîtî wê ne tenê bi parçeyekî bidin windakirin, wê bi tevahiya Gelê Kurd bidin windakirin. Yekîtî jî wê bi Kurdan û tevahiya Kurdistanê bide qezençkirin.   DIVÊ EM JI BO YEKÎTIYÊ SEFERBER BIBIN   Ji bo em sedsala 21'ê bikin sedsala statu û azadiya Kurdistanê yekîtiya neteweyî ji bo me hemûyan wezîfeyeke dîrokî ye. Gelê me, rewşenbîr û hunermendan ji ber ku ev metirsî dîtin ji bo avakirina yekîtiya neteweyî gav avêtin. Ji ber vê yekê em ê ji Lozanê li pêşberî raya giştî ya dinyayê û gelê Kurdistanê bang li partiyan hemûyan bikin ku ji bo yekîtiya neteweyî seferber bibin û kongreya neteweyî pêk bînin."   Çalakgeran di beşa dawî ya daxuyaniyê de daxwazên xwe wiha rêz kirin:   "Ji bo yekîtiya neteweyî;   * Divê rêxistin û partiyên Kurdistanî hemû li hev kom bibin û bibin yek.   * Ji bo stratejiya hevpar, parastina hevpar, dîplomasiya hevpar gav bên avêtin.   * Di vê çarçoveyê de ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî em bang li rewşenbîr û hunermendan dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin.   * Divê artêşa Tirk bêşert û merc tavilê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji Efrînê bê derxistin.   * Ji bo ewlekariya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qada hewayî (ji bilî alîkariya mirovî) li firînan bê qedexekirin.   * Bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî hêzeke leşkerî ya navneteweyî ji bo parastina aştiyê tavilê li ser sînorê Tirkiye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê bicihkirin.   * Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî civînên komîteya destûra bingehîn a Sûriyeyê ya li Neteweyên Yekbûyî bên kirin.   * Mirovên ji Rojava ji cih û warê wan hatine kirin bi rengekî ewle li warê wan bên vegerandin û zerara ku li wan bûye bê tazmînkirin.   * Ji bo paqijiya etnîkî ya li Rojava bê astengkirin ambargoya çekan li Tirkiyeyê bê ferzkirin.   * Tûrîzm û malên Tirk bên boykotkirin."