Astengdaran 600 name ji parlamenteran re şandin 2019-12-05 16:03:52   AMED – Federasyona Pêkhateyên Bêasteng 600 nameyên ku daxwazên wan têde cih digirt ji parlementerên li Meclîsê re şandin.    Endamên Federasyona Pêkhateyên Bêasteng bi boneya 3’ê Kanûnê Roja Astengdarên Cîhanê ji bo nameyan ji parlamenterên li Meclîsê re bişînin li ber Postexaneya Mezin a li navçeya Sûra Amedê kom bûn. Endamê Federasyonê Ramazan Serîm ji bo mafê astengdaran û pirsgirêkên astengdaran banga hestiyariyê li raya giştî kir.    Serîm anî ziman ku 3’ê Kanûnê Roja Astengdarên Cîhanê têra daxwazên wan nake û wan ji bo jiyana xwe daxwaziyan kirine. Serîm da zanîn ku li Tirkiyê maf û azadiyên bi milyonan astengdarên li Tirkiyê tenê li ser kaxiz maye û got: “Bersivên erênî ku dan û dê bidin vê daxwazê qencî nîne. Divê mafên me yên welatîbûnê bên cih. Em dixwazin di nava civakek kul i gorî rûmeta mirovahiyê ya bi hev re de bijîn.”   Piştî daxuyaniyê endamên Federasyonê 600 nameyên daxwazên wan têde ji parlamenterên li Meclîsê re şandin.