Di Doza Nisêbînê de 2 caran muebeta giran dan girtiyê nexweş Eroglû 2019-12-05 15:46:59   MÊRDÎN - Di Doza Nisêbînê de, 2 caran muebeta giran û 3 sal cezayê  girtîgehê dan girtiyê nexweş Ramazan Eroglû.    Danişînên Doza Nisêbînê ya di 26'ê Gulana 2016'an de 17 jê zarok 70 kesên piştî qedexeya derketina kolanan a navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hatin binçavkirin û girtin, li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê yek bi yek tên dîtin. Di darizandina îro de, dirûşmeya 3 girtiyan hebû.    Dest pê kê danişîna girtiyê nexweş Ramazan Eroglû yê li Girtîgeha Tîpa T a Beiîkduzu ya Trabazonê dimîne hat dîtin. Parêzerên Eroglû di danişînê de amede bûn û Eroglû jî bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.    2 CARAN CEZAYÊ MUEBETA GIRAN Û 3 SAL CEZA   Parêzerê Eroglû di danişînê de parastina ewil kir û wiha got: “Li gorî Madeya 32’emîn a TCK’ê ehliyeta cezaî tuneye. Ev lêpirsîn seqete. Îfadeyên li ser muwekîlê min hatine dayîn bi îşkenceyê hatine dayîn. Îro mafê darizandina adîlane tê binpêkirin. Delîl û şahidên rast tuneye. Derberê muwekîlê min de 14 kesan îfade dane. Van kesan di saetên şevê de bê parêzer, li şaxa TEM’ê bi teşhîskirina wêneyan îfade li ser muwekîlê min dane. Rûyê kesên di van wêneyan de xemrîne û kincên wan çiriyane. Ji xwe şahidan jî gotin wan dibin îşkecê de îfade dane. Em dixwazin ev baş bên nirxandin û wisan biryar bê dayîn.”    Şandeya dadgehê piştî navberek kurt biyara xwe ya darbarê Eroglû de aşkere kir. Dadgehê bi îdîaya “Xirabkirina yekitî û hevgirtina welat” û “Bi zanebûn kuştinê” du caran cezayê muebeta giran û bi îdîaya “Zirar dayîna malê çemawerî” jî, 3 sal cezayê girtîgehê li Eroglû birî.    DANIŞÎNA DU GIRTIYAN HAT TALOQ KIRIN    Dûre danişîna Nûrûllah Akyuz ê li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Xerpetê tê girtin hat dîtin. Akyuz û parêzerên wî di danişînê de amede bûn. Akyuz, diyar kir ku li girtîgeha lê dimîne, rayedarên girtîgehê dest danîne ser parastina wî ya bi destê xwe nivîsandî û ji ber vê parastinê nake. Şandeya dadgehê li ser vê yekê danişîn taloqî 24’ê Çileya 2020’an kir.    Piştre danişîna Rojhat Aydin hat dîtin. Aydin ê li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê girtiye, di danişînê de amede bû. Parêzerên Aydin beşdarî danişînê nebûn. Aydin diyar kir ku ewê ji ber vê yekê parastin neke. Şandeya Dadgehê, li ser vê yekê danişîn taloqî 20’ê Sibata 2020’an kir.