Li Êlihê girtina siyasetmedaran hat şermezarkirin 2019-12-05 15:46:04   ÊLIH - Li Êlihê, girtina kesên ku di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn girtin, hat şermezarkirin.    Di 27'ê Mijdarê de, polisan, bi ser gelek malan de girtibûn û delegeyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 30 kesî binçav kiribûn. Ji van 30 kesan 11 jê hatin berdan û 19 kes jî hatibn girtin. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk, HDP, TJA'yê xwestin li ber avahiya HDP'ê ya Bajar a Êlihê girtinan bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar bikin. Lê polisan, bi hinceta qedexeya Walîtiya Êlihê ya ji bo çalakiya destûr neda daxuyaniye. Ji ber vê yekê di navbera parlamenterên HDP'ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran û Necdet Îpekyuz û midurê polisan de nîqaş derket.    Li ser nîqaşê bi şertê ku welatî tevlî nebin destûr hat dayîn ku daxuyanî bê dayîn. Parlamenter Îpekyuz, bertek nîşanî vê helwesta polisan da û wiha got: "Ez tenê bi serê xwe çawa daxuyanî bidim. Ev gel min hilbijart. Elbet ez ê bi wan re daxuyanî bidim." Parlamenter Acar jî Destûra Bingehîn bi bîra polisan xist û ev tişt got: "Pêkanîna fermanên bê qanûn sûc e. Walî bûye sedema girtina hevalên me. Ji ber kêfa walî, çalakî girêdayî destûra bê hincet a walî bûne."   'TÊKOŞÎN DÊ BIDOME'   Daxuyaniya ku polisan destûr neda bê dayîn li hundirê Avahiya HDP'ê ya ku ji aliyê polisan ve hatibû dorpêçkirin, hat dayîn. Dengê daxuyaniya ku ji aliyê Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûlları ve hat dayîn, bi megafonê ji derve re hat ragihandin. Farisogûllari di daxuyaniya xwe de bertek nîşanî krîmînalîzekirina KCD'ê da û diyar kir ku KCD platformeke ku herkes dikare dengê lê bîne ziman e û çi dibe bila bibe dê KCD û pêkhateyên xwe bi rêyên demokratîk têkoşîna xwe bidomînin.