Guven: Tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin 2019-12-05 15:27:49   MÊRDÎN - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, ji bo sersaxiyê çû serdana malbata Emîna Aslan Aydogan ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû. Guven diyar kir ku mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin û ev tişt got: "Mirovên me li girtîgehan dikujin. Li ser van hemû tiştan jî dibêjin, 'em xiwşk û bira ne'."   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar, Dayikên Aştiyê, rêveberên ji navçe û bajaran ên HDP'ê û heyeta bi wan re çûn şîna Emîne Aslan Aydogan a ku li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Rihayê jiyana xwe ji dest dabû.    'JI BER KU KURD BÛ CEZA DANÊ'   Leyla Guven di şînê de axaftinek kurt kir. Leylayê got:"Bi hezaran girtiyên me li girtîgehan di bin zilma AKP û MHP'ê de ne. Ji ber ku xwedî li kurdîtiya xwe derketin cezayê girtîgehê li wan hatin birîn. Yan na tu zirara wan li kesî tune bû. Zirara Emîneyê jî li kesekî tunebû. Emîne ji ber ku girêdayî doza xwe ya kurdewariyê bû ceza dan wê. Me dikujin û dibêjin em 'xwişk û bira ne'. Em vê 'xwişk û biratiyê qebûl nakin'."   Piştî axaftinê heyetê dîsa sersaxî ji bo malbatê xwest û derbasî şîneke din bû. Serdana heyetê bi dorpêça polîsan bal kişand.