Şewata li daristanên li Herêma Şênê 3 roj in didome 2019-11-22 17:11:31     AMED - Hat ragihandin ku piştî operasyona eskerî ya li Herêma Şênê (Şenyayla), li devereke mezin û berfireh agir bi daristanan ketiye û deverên agir bi wan ketiye, ji hêla leşkeran ve hatine dorpêçkirin.    Piştî operasyona eskerî ya di 8'ê Mijdarê de li Herêma Şênê (Şenyayla) ku di navbera Amed, Mûş û Çewligê de ye, dest pê kir hat ragihandin, gelek deverên bi daristan hatine şewitandin. Her wiha dîsa li gorî çavkaniyên herêmî, 3 rojên daristanên li herêmê dişewitin, deverên dişewitin ji hêla eskeran ve hatine dorpêçkirin, esker nahêlin kes biçe herêmê û mudaxeleyî şewatê bike.    Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku ji Çiyayê Serêspî yê Pasûrê heta Herêma Şênê agir bi daristana ketiye û şewat ji gundê Hovîtê, mezrika Zovan, Kerengan û Reylê yên navçeya Pasûr a Amedê xuya dike.