Jinên rihayî 'Kozik' temaşe kirin 2019-11-22 16:13:35   RIHA - Jinên rihayî lîstîka 'Kozik' ku ji aliyê Koma Şanoya ya Mencel a Wanê ve tê lîstin, temaşe kirin.    Platforma Jinan a Bajar a Rihayê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê de lîstikeke şanoyê 'Kozik' a Koma Şanoya ya Mencel a Wanê organîze kir. Lîstik, li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê hat pêşandan. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Serokê Baroya Rıhayê Abdûllah Oncel, Hevserokên HDP'ê yên Bajar Emîne Çetîner û Mikaîl Gozek jî di nav de gelek jin û welatî tevlî temaşekirina şanoyê bûn.    Lîstik ji aliyê temaşevanan ve hat ecibandin. Temaşevanan bi deqeyan ji lîstikvanan re li çepikan dan.