Jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin 2019-11-22 15:46:28 NAVENDA NÛÇEYAN – Jinan li Enqereyê banga beşdariya meşa 25’ê Mijdarê kir. Jinan li Edene û Antalya jî kartên pitşevaniyê ji jinên girtî re şandin. Jinên Anarşîst jî li Stenbolê daxuyanî dan.    Rêxistinên jinan di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya ser Jinan de li gelek navendan civîn û daxuyaninan li dar xistin û jinên girtî re kartên piştevaniyê şandin.    ENQERE    Platforma Jinan a Enqereyê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya ser Jinan civîn li dar xistin û banga meşa 25’ê Mijdarê ya li Kolana Sakaryayê dê bê lidarxistin kirin. Jinan civîn li Navenda Giştî ya Yekîtiya Mulkiyeyan li dar xist û li ser navê jinan Esma Çaglak daxuyanî da. Çaglak got ew di 25’ê Mijdarê de li kolanan e û banga beşdariya meşa 25’ê Mijdarê ya li Enqereyê û mezinkirina têkoşîna li dijî tundiyê kir.    EDENE   Li Edenê jî Platforma Jinan a Edeneyê, Meclîsa Jinan a Edeneyê bi beşdariya Parlamenterên HDP’ê Tulay Hatîmogullari û Pero Dundar li Postexaneya Edeneyê ji bo 25’ê Mijdarê kartên piştevaniyê ji jinên girtî re şandin.    Beriya şandina kartan jinan daxuyanî da. Li ser navê Platforma Jinan Prz. Sevîl Araci Bek daxuyanî da û got ew ê ji bo mafên xwe têkoşîna xwe dewam bikin. Parlamenter Tulay Hatîmogullari jî axaftinek kurt kir û ji jinên girtî re silav şand.    ANTALYA   Endamên Platforma Jinan a Antalya jî bi boneya 25’ê Mijdarê ji jinên girtî re kart û nameyan şandin. Li ber Postexaneyê li ser navê Platformê Nazîre Nîhal Terzî daxuyanî da û behsa têkoşîna jinan kir û banga meşa jinan a 24’ê Mijdarê dê li dar bixin li jinan kir.    STENBOL    Jinên Anarşîst jî li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê li hev kom bûn û bi dirûşma “Bila ne jin bila girtîgeh bên girtin” daxuyanî dan. Jinan bênavber dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin û piştevaniya xwe ya ji bo jinên girtî anîn ziman.