'Faîlên zarokan bê ceza tên hiştin û parastin' 2019-11-22 15:43:38   AMED - Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Mehmet Emin Çoban, di çalakiya "Kursiya Mafên Mirovan a Tahir Elçî" de têkildarî Hefteya Mafê Zarokan diyar kir ku ji ber êpirsînin bi bandor li ser îhlalên mafê zarokan nayên kirin faîlên wan bê ceza tên hiştin û parastin.    Baroya Amedê, ji bo ku kûjerên Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê hatibû kuştin, derkevin holê, di hefteya 203'yan de li pêş Edliyeya Amedê çalakiya "Kursiya Mafên Mirovan a Tahir Elçî" li dar xist. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyê Elçî li ser e ya "Em te ji bîr nakin" hat vekirin. Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Mehmet Emin Çoban, di bernameyê de axivî û diyar kir ku 4 sal bi ser kuştina Tahir Elçî re derbas bûne û wiha got: "Hê jî faîlên Elçî nehatine dîtin. 203 hefte derbas bûn ku em ev çalakî li dar dixin. Heta ku faîlên Elçî neyên ditîn em dê şopdarên vê dozê bin."    'ZAROK BI ÎHLALÊN GIRAN RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN'   Çoban, di axaftina xwe xwe de bal kişan ser Hefteya Mafê Zarokan û ev tişt got: "Li gel ku bi ser qebûlkirina Tirkiyeyê ya peymana mafên zarokan re 25 sal derbasbûn jî binpêkirinên mafên zarokan didomin. Pêwîst e Tirkiye dûreparêzên ku daniye ser Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî rake." Çoban bi lev kir ku di her asta darazê de zarok bi îhlalên mafan ên giran re rû bi rû dimînin û weke mezinan muamele dibînin.   'HEMÛ BERSÛCÊN UGUR KAYMAZ BERAT KIRIN'   Çoban, destnîşan kir ku gelek zarok di girtîgehan de ne û wiha berdewam kir: "Girtîgeh, ji bo pêşketina zarokan ne guncav e. Ji bo ku îhlal neyên jiyîn divê tedbîrên alternatîf werin ditîn û derhal girtîgeh werin girtin. Hêj zarok di pevajoyên pevçûnan de ji ber şer û mayînên avêtî jiyana xwe ji dest didin. Ji ber ku lêpirsînên bi bandor nayên kirin ser binpêkirinên mafê zarokan û faîlên wan tê girtin û bê ceza tên hiştin û parastin. 21'ê Mijdarê salvegera qetilkirina Ugur Kaymaz bû. Hemû faîlan beraat kir."   'PEYMANA ZAROKAN A NAVNETEWÎ TENÊ LI SER KAXIZ DIMÎNE'   Çoban, anî ziman ku hemû binpêkirinên mafên zarokan ji aliyê dewletên alîgirên peymana navnetewî ve têne kirin û wiha got: "Ev jî nîşan dide ku ev hemû peyman tenê li ser kaxiz dimînin. Îqtîdar û partiyên siyasî hemû divê polîtîkayên mayînde yên ji bo zarokan hilberînin. Wek Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê em ê şopdarên hemû binpêkirinên mafên zarokan bin. Em bi bîr dixin ku hemû rayedarên siyasî erkên xwe yên ji bo binpêkirinên mafên zarokan bi cih bînin."   Piştî daxuyaniyê çalakî bi çalakiya rûniştinê dawî bû.