Rojnamegeran banga berdana Demîr û Aydin kirin 2019-11-22 13:58:05   ÎZMÎR – Saziyên pîşeya rojnamegeriyê û komek rojnameger li Îzmîrê bi daxuyaniyek hevpar xwestin hempîşeyên wan rojnameger Rûken Demîr û Melîke Demîr tavilê werin berdan.    Li Îzmîrê Platforma Nûçeyên Azad a Îzmîrê, Şaxa Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê (TGS), Şaxa Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyê (TGC) û komek rojnameger têkildarî girtina nûçegihana me Rûken Demîr û nûçegihana JIN NEWS’ê Melîke Demîr di 16’ê mijdarê de hatibûn girtin daxuyaniyek hevpar dan.    Daxuyaniya hevpar a van siziyan wiha ye: “Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Rûken Demîr û nûçegihana JIN NEWS’ê Melîke Aydin bi îdîaya ‘li ser navê rêxistinê xebat kirine’ hatin girtin. Em wek nûçegihanên li pey nûçeyan dibezin û heqê nanê xwe derdixin, em şahidên rojnamegeriya Rûken û Melîk ne. Her çiqas nûçeyên li xweşa îktîdarê neçe jî lê azadiya rojnamegeran a çêkirina wan nûçeyan heye û mîsoger bûye. Tu aliyekî hiqûqî yê girtina Rûken û Melîke nîne. Bi temamî bi vesayeta siyasî hatine girtin. Her wiha ji van qanûnên ji bo azadiya gotin û ramanê hatine amadekirin jî li ser kaxizê mane û wisa dewam bike dê nekeve meriyetê.    Em wek Platforma Nûçeyên Azad a Îzmîrê daxwaz dikin tavilê dest ji vê bêhiqûqiyê were berdan û hevalên me rojnameger Rûken û Melîke werin berdan. Rojnamegerî ne sûc e. Hevalên me pêwîstiya pîşeya xwe kirine.”