ÎKD'ê rapora mijdarê aşkere kir: AKP tundiyê sor dike 2019-11-22 13:52:08 STENBOL - Komeleya Jinên Pêşketî (ÎKD) rapora tundiya li ser jinan a mijdarê aşkere kir û diyar kir ku gotinên paşverû yên ji aliyê AKP'ê ve tên pêşxistin, rê li pêşiya sorkirina tundiya li ser jinan zêd edike.     Komeleya Jinên Pêşketî (ÎKD) rapora tundiya li ser jinan a mijdarê aşkere kir. Jinan di raporê de diyar kir ku gotinên paşverû yên ji aliyê AKP'ê ve tên pêşxistin, rê li pêşiya sorkirina tundiya li ser jinan zêd edike. ÎKD'ê da zanîn ku di Rapora Pêşketina Jinan a Cîhanê ku ji aliyê Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî ve hat aşkerekirin de hat diyar kirin ku ji bo jinan cihê herî talûke mal û malbat in. Di roporê de hat diyar kirin ku parastina ji bo jinê têr nake. ÎKD'ê destnîşan kir ku di raporê de sal bi sal tundiya li dijî jinê zêde dibe. Jinan di raporê de destnîşan kir ku ji ber gotinên paşverû yên AKP'ê û gotinên der barê jiyana jinê de rê li pêş tundiya li ser jinê vedike û tundiyê sor dike.    ÎKD'ê da zanîn ku li gorî agahiyên çapemeniyê di sala 2018'an de 440 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin û 317 jin rastî îstîsmara zayendî hatine. Jinan wiha cih da raporê: "Di sala 2018'an de Hezar û 217 zarok rastî îstîsmar9ê hatin. Di 9 mehên ewil ên 2019'an de herî kêm 289  jin hatin kuştin. Di Tebaxê de herî kêm 41  jin hatin kuştin. Jin herî zêde ji aliyê mêrê ku bi hevre dijîn ve hatin kuştin. Dema jinê xwest hevjînê xwe berde û jê bi qete hat kuştin. Di nêviyê sala 2019’an de 378  zarok rastî îstîsmarê hatin. Li gorî daneyê Wezareta Karên Hundir di 2019'an de 299  jin hatin kuştin. Sal bi sal cînayetên jinan zêde dibin. Suleyman Soylu, diyar kir ku di navbera 2016- û tebaxa 2019'an de Hezar û 167 jin hatine kuştin. Ji sedî 63,5 kujerê jinan hevjîn û hevalê wê ye. Ji sedî 32’ jî xizmê wê ye.    DI 6 MEHÊN EWIL DE 100 JIN HATIN KUŞTIN   Li gorî rapora Lêkolîna Jinan a Cîhanê ku ji aliyê Yekîneyea Jinan a Neteweyên Yekbûyî ve hat weşandin, hat diyar kirin ku cihê talûke mal û malbat in. Li gori rapora wan di sala 2017’an de ji sedî 60 ji aliyê xizmên xwe ve hatine kuştin. Di 6 mehên ewil ên 2019'an de 100 jin li Tirkyeyê hatine kuştin.    Di 3 salên dawî de 20 jin li gel di bin parastinê de bûn hatin kuştin. Li gorî daneyên Baroya  Stenbolê herî kêm 1840 jin rastî tundiyê hatine û ji ber vê yekê biryara parastinê stendine. Li gori daneyên çapemeniyê di 2019’an de herî kêm 9 jin li gel parastinê dîsa hatine kutin.