Bav û 9 kesên ku tevlî merasîma cenazeyê Bîrlîk bûbûn beraat kirin 2019-11-22 13:49:53   ŞIRNEX - Bavê Haci Lokman Bîrlîk ku piştî hatibû birîndarkirin, laşê wî bi maşîneya zirxî bi erdê ve hatibû kişandin û jiyana xwe ji dest dabû Hasan Bîrlîk ku ji ber merasîma cenazeyê kurê xwe de wêneyê kurê xwe hilgirtibû dihat darizandin û 9 kesên din beraat kirin.    Haci Lokman Bîrlîk (24), di 3'ê Cotmeha 2015'an de li taxa Dîcleyê ya Şirnexê piştî birîn  bûbû, polisan laşê wî bi maşîneyeke zirxî bi erdê ve kişandibû û ew kuştibûn. Bavê Bîrlîk Hasan Bîrlîk di merasîma cenazeyê kurê xwe de wêneyê wî hilgirtibû. Bi vê hincetê li bav Basan Bîrlîk û 9 kesên din doz hatibû vekirin. Duyemîn daneşîna dozê îro li 3'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Şirnexê hat dîtin.    DOZGER CEZA XWEST   Di daneşînê de hin bersûcên berdayî tên darizandin û parêzer amade bûn. Piştî tespîta nasnameyê daneşînê dest pê kir û bersûcan parastinên xwe kirin. Bersûcan destnîşan kirin ku hilgirtina wêneyan a di merasîma cenaze de ne sûc e û beraata xwe xwestin.    Parêzeran jî bal kişand ser biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê yên têkildarî tevlîbûna merasîma cenazeyan û beraata muwekîlên xwe xwestin.    Paşê dozgeriyê mutalaa xwe aşkera kir û bav Hasan Bîrlîk jî di nav de xwest ku 7 bersûc bên cezakirin û 3 bersûc jî beraat bikin.   Piştî navbereke kurt, heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û bi binasiya ku "hêmanên sûc pêk nehatine" derbarê hemû bersûcan de biryara beraatê da.