Kubilay: Ji 9'ê Cotmehê heta niha di êrîşan de 478 sivîl hatin kuştin 2019-11-22 13:18:39 ENQERE - Berdevkê HDP'ê Gunay Kubîlay, diyar kir ku îQtîdara AKP-MHP'ê ketiye rewşa kamaran û rewatiya xwe winda kiriye û wiha got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sivîl tên qetilkirin. Ewlehiya gelê herêmê û gelê Kurd tune ye. Di êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 478 sivîl hatin kuştin. 300 hezar mirov ji cihê xwe koç kirin. Hikûmet peymana Rusya û DYA binpê dike."    Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubîlay, li Navenda HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên nava hefteyê nirxandin. Kubilay, bal kişand deklerasyona HDP’ê ya 20'ê mijdarê, rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û krîza aborî. Kubilay, anî ziman ku HDP ji tu nirxên xwe yên bi kedek mezin bi dest xistiye venegeriya ye û wiha got: "Heta dawî em dê kozikênk xwe yên siyasî biparêzin. Ji bo Tirkiye di nava aştî, demokrasî, azadi û jiyanek mirovî de bijî pêdivî bi siyasetek nû ya demokratîk heye. Ji bo vê yekê HDP dê rolê sereke bilîze. HDP'ê di civînê de banga hilbijartina pêşwext kiriye. Ne tenê jibo kesên beşdarî civînê bûn, bang li hemû kesên di bin zexta îQtîdarê de ye kir. ÎQtîdara AKP-MHP'ê ketiye rewşa kêmaran. Rewatiya xwe winda kiriye. Rejîma Qesrê bi darbeya qeyûman vîna gelê Kurd qesp kiriye. Çavkaniya xwe ya rewa û demokratîk ji holê rakiriye.    Kûbilay, anî ziman ku heta dawî li vê îQtîdarê nînin dê krîza aborî, xizanî, betalî û sefalet berdewam bike. Kubîlay, da zanin ku êdî îQtîdarê hêza li pişt xwe ya şantaj, gef û medya winda kiriye û wiha got: "Bila kes xwe nexapîne. Ev îQtidar dê biçe. Ne rewa ye. Ji ber vê yekê hilbijartina pêşwext ji bo hemû muxalefetê firsendek e. Îro Tirkiye ji aliyê Qesrê ve katiye navbera rêya Komara Qeyûm û rêya Komara Demokratîk. Divê tirkiye vê hilbijartinê bike. Em di rewşek wisa de banga hilbijartina pêşwext dikin.    ROJEK BÊ DÊ GELÊ TIRKIYE HESAB JI AKP-MHP'Ê BIPIRSE   Kubîlay, polîtîkaya AKP-MHP'ê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî rexne kir û wiha got: "Pratîka AKP-MHP'ê ya dagirkeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê wekî têkçûyinek mezin bê nivîsandin. Rojek bê dê gelê Tirkiye hesabê vê yekê bipirsi. Dê çîroka serkeftga dîrokî ya Gelê Rojava yê dawî li hovîtiya DAIŞ'ê anî bê nivîsandin. Her tişt li pêş çavan e. Tu pirsgirêka Tirkiye ya ewlehiya bi cîranan re tune ye. Ji bo Tirkiye rêya dagirkeriya seranserî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li xwe veke û dagirkeriya xwe rewa bike van gavan davêje. Hemû cihan vê yekê dizane. Hemû cihan dizane hinceta Tirkiyeyê derewek mezin e.    SIVÎL TÊN QETILKIRIN    Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ewlehiya gelê herêmê û gelê Kurd tune ye. AKP û MHP ji bo herêmê bûye pirsgirêka ewlehiyê. Bê ewlehi û bê îstîkrariyê pêş dixe. Hikûmet peymana bi Rusya û DYA re kiriye binpê dike.  Di êrîşên bi SÎHA li Kobanê pêk anî de 2 sivîl hatin qetilkirin. 3 sivîl birîndar bûn. Di raporên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) û raporên herêmê de ji 9'ê Cotmehê heta niha di êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 478 mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dane. 1070 sivil birîndar bûne. 300 hezar mirov însan ji cih û warên xwe koç kirine. 810 dibistan hatine girtin û 86 hezar xwendekar ji perwerdehiyê bê par mane. Pirsgirêka rastîn a ewlehiyê ev bi xwe ye.    DEST JI DIJMINANTIYA KURDAN BERDIN   Kubîlay,  Koalîsyona AKP-MHP'ê dubare hişyar kir û xwest dest ji dijminantiya Kurdan berdin û wiha bi dawî kir: "Dest ji dijminantiya Kurdan berdin. Li lez ji axa Sûriyeyê derkevin. Ev tenê xwîn hêsîrê çavan bi xwe re tîne. Dest ji xeyalên Osmanî berdin. Gelê Kurd tenê bi Bakur û Rojhilatê Sûriye ne bi sînor e. Demek e li dijî zemê benzînê li Îranê ji bo maf û azadiyê çalakî hene. Rejîma Îranê bi êrîşan û kuştinê bersîvan dide. Cihê herî zêde êrîş lê zêde Bajarên Kurdan û Rojhilat e."