Malbat ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2019-11-22 12:50:17 STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê girtî ne, ji bo ku bi xizmên xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ne bi erênî ne jî bi neyînî bersiv ji serlêdana parêzeran a hevdîtinê re nayê dayîn.    Birayê wî Mehmet Ocalan  û vasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bînin, bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê girtî jî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Emîn Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn û keça xwe Eylem Çetîn a xwişka Veysî Aktaş bi rêya parêzerên xwe serlêdana hevdîtinê kirin.    Malbatan herî dawî di 12'ê Tebaxa 2019'an de bi munasebata cejnê, li Îmraliyê bi xizmên re hevdîtin pêk anîbûn. Serlêdanên malbatan ên ji 12'ê Tebaxê ve tên kirin, tên redkirin.    BERSIV NADIN SERLÊDANÊN PARÊZERAN   Her wiha parêzerên wî Nevroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç jî ji bo ku muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Ocalan, Nevroz Ûysal û Rezan Sarica piştî 8 salan, di 2'ê Gulanê, 22'ê Gulanê, 12'ê Hezîranê, 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxê de bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk anîbûn.    Ji 7'ê Tebaxê ve ne bi erênî ne jî bi neyînî bersiv ji hemû serlêdanên parêzeran re nayê dayîn.