Ji Pirtûkxaneya Lîlavê kampanya 25’ê Mijdarê 2019-11-22 11:13:25 AMED - Pirtûkxaneya Lîlavê bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê, ji bo pirtûkên nivîskarên jin kampanyaya ji sedî 25 buha daxistin.  Pirtûkxaneya Lîlavê bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jinê kampanya da destpêkirin. Xwediyên Pirtûkxaneyê bihayê pirtûkên nivîskarên jin û pirtûkên li ser jinan heta 25’ê Mijdarê ji sedî 25 daxistin. Berpirsa Pirtûkxaneyana Lîlavê Rabîa Karayil, da zanîn ku armaca wan ne aborî ye û dixwazin bi taybet balê bikşînin ser şîdeta li ser jinê. Rabîa Karayil, destnîşan kir ku ew şîdeta li ser jinê şermezar dike û got heta 25’ê Mijdarê wê bihayê hinek pirtûkan bixînin û got ev ne tenê ji bo jinan ji bo hemû kesî derbasdar e û wiha got: “Em piranî pirtûkên jinan ji sedî 25 difroşin. Sedema vê jî ev e ku em balê bikşînin ser şîdeta li ser jinan. Ev şîdet pirsgirêka civakî ye. Em dixwazin di çarçoveya vê kampanyayê de her kes van pirtûkan bixwînin û divê bê zanîn ku şîdet ne alava çareseriyê ye. Em wek berpirsyariyek civakî lê dinêrin. Em wisa derketin rê û me wisa biryara kampanyayê da. Em rolek civakî digirin ser xwe. Em piştgiriya xwendevanên xwe jî di vî alî de dipên. Şîdet ne tenê fîzîkî ye. Di her alî de şîdet heye. Dema tedbîrek neyê girtin bê guman şîdet û kuştin jî zêde dibin. Em ji şîdetê re dibêjin na.”