Dîlan Îzol: Ne pêkan e agahî û destûra Zulfukar Îzol pê tune be 2019-11-22 10:50:16 RIHA - Dîlan Îzol a li Sîweregê di êrîşa bira û kurê parlamenterê AKP'ê yê berê Zulfukar Îzol de ji malbata wê 4 kes hatin kuştin, bertek nîşanî biryara dadgehê ya "Bêşopandinê" da û wiha got: "Dema ku em rewşa civakî û çandî ya herêmê li ber çavan bigirin ne pêkan e agahî û destûra Zulfukar Îzol pê tune be."  Di 15'ê Hezîranê de Bira û kur ê parlamenterê AKP'ê yê berê Zulfukar Îzol, li gundê Çeltîk ê navçeya Siwereg a Rihayê êrîşî malbata Îzol ên xizmên wan e kirin. Di êrîşê de ji malbatê Bav Hakki, Dayik Zozan, Meral û Mûsa Serhat Îzol û Ridvan Bûlûş (30) û Serdar Delen (31) hatin kuştin. Di ser bûyerê re 6 meh derbas bû. Dozgeriyê der barê Zulfukar Îzol de biryara "Bêşopandinê" da. Keça Zozan û Hakki Îzol ên hatin kuştin Dîlan Îzol, bertek nîşanî biryara Serdozgeriya Komarê ya Sîweregê da. Dozger der barê kurê Zulfukar Îzol Mehmet Fatih Îzol û birayên wî Bulent Îzol, Servet Îzol, Cemal Îzol û Cihan Îzol û xizmên wî Mehmet Metin Îzol, Mustafa Serdar Îzol, Serhat Ferman Îzol, Muslum Abuz, Ferhat Tulay û Yusuf Rojhat Îzol  de îdîaname tamam kir. Dozger der barê 11 bersûcande bi sucdariya "Bi zanebûn û plan 4 kes kuştine û 6 kes jî hewl daye wan bikujîn" ji bo her yekî 4 caran cezayê muebetê xwest. Dîsa ji bo her yekî ji 83 salan heta 128 salan cezayê girtîgehê xwest.    Dozger der barê Zulfukar Îzol de jî biryara "Bêşopandinê" da.      ‘NE PÊKAN E AGAHÎ Û DESTÛRA ZULFUKAR ÎZOL TUNE BE'    Dîlan Îzol,  a ku dayik, bav, pismam û amojina wê ji aliyê xizmên Zulfukar Îzol ê AKP'î ve hatin kuştin bertek nîşanî biryara dozgeriyê da û wiha got: "Dema em çand û rewşa civaka herêmê li ber çavan bigirin ne pêkan e agahî û destûra Zulfukar Îzol tune be. Li gorî çand û civaka herêmê heta destûr û agahiya mezinan nestînin nikarin bi serê xwe tiştekî bikin. Ev bi plan û zanebûn e. Rewşa civaka herêmê nîşanî me dide ku agahî û destûra Zulfukar Îzol heye. 16 salin em li mafê xwe digerin. Bi rûpoşiya xizmantiyê mafê me binpê dikin. Dixwazin me bê hêz û bê çare bihêlin. Tenê armancek wan heye dixwazin me ji hemû mafê me bêpar bihêlin û me ji gundê me derxin. Piştî bi ser neketin bi plan hatin em kuştin. Ev komkujiyek bi plan e. Tenê daxwaza me ewe hemû kesên tev li bûyerê bûn bên girtin û rastî ceza bên. "    DIXWAZIN DOZÊ SEWQÎ DADGEHEK DIN BIKIN'   Îzol, anî ziman ku dozger bê alî tev digere û wiha lê zêde kir: "Ji ber vê rewşa dozger derdorên din zorê li dadgehê dikin ku dosya dozê sewqî herêmek din bikin. Milê din ê dozê dixwazin bi hinceta "Ewlehiyê" zorê li dargehê bikin ku dosyayê bibin herêmek ku karibin li gorî xwe mudaxale bikin û biguherînin. Armanca me ne tolhildan e. Armanca me dadgeh biryarek li gorî edaletê bide ye. Îdîanameyê bê alî bi tena  serê xwe têr nake. Ya girîng danişîn jî divê bê alî bin û aliyê din rastî cezayekî bi edalet bên.