Parêzer Gul: Tê xwestin bi reforma darazê destkeftiyên jinan bên tunekirin 2019-11-22 10:22:53 ÎZMÎR - Parêzer Sena Yazibagli Gul, diyar kir ku sererastkirinên mîna "nefaqa xîzaniyê" û "zewaca di temenê biçûk de" ku di paketa duyemîn a Belgenameya Stratejiya Reforma Darazê de cih digirin, zewaca di temenê zarokatiyê de meşrû dikin û bi vê tê tê xwestin ku desftkeftiyên jinan bên tunekirin.  Piştî ku paketa yekemîn a ji 39 xalan pêk dihat û di çarçoveya Belgenameya Stratejiya Reforma Darazê de hatibû amadekirin û li Meclisê hat derbaskirin, pêşniyarqanûna "sînordarkirina nefaqa xîzaniyê" û "efûkirina îstismarkarên zarokan" ku zewicandina zarokan a bi îstismarkarê wan re teşvîq dike, li nav raya giştî rastî bertekan hat. Parêzer Sena Yazibagli Gul, paketa duyemîn a reforma darazê nirxand û diyar kir ku bi paketa duyemîn cezayê ku ji ber îstismara zarokan li sûcdaran tê birîn ji holê tê rakirin û wiha got: "Di bin navê reforma darazê de sererastkirinên têkildarî "nifaqa xîzaniyê" û "zewaca di temenê biçûk de" ku tên kirin dê destkeftiyên jinan ji holê rakin û bibin sedem ku îstismarkirina zarokan zêde bibe."    QANÛNAN MEDENÎ   Gul destnîşan kir ku nîqaşên derbarê nefaqê bi zanebûn tên kirin û xalên 175 û 176'an ên qanûna medenî bi bîr xist û ev tişt got: "Ji bo girtina nefaqeyê xîzaniyê divê ku "ji ber berdanê bikeve xîzaniyê" û "hê bêtir biqûr nîn be". Dadger jixwe li gorî vê yekê mîqtara nefaqeyê diyar dikin. Dîsa di xala 176'an de bi awayekî aşkera şertên rakirina nefaqayê hatine diyarkirin. Bi rakirina nefaqeyê tê xwestin ku jin mehkûmî zilam bibe. Bi vê sererastkirinê jin mehkûmî zilamê ku tundî û memeleya xerab li wan dikin, tên kirin û neçar bimînin ku zewaca xwe bidomînin. Polîtîkaya AKP'ê ew e ku jin li malê rûnin û li zarokan binêrin. Ji ber vê yekê divê di paketa reforma darazê de sererastkirinên têkidlarî nefaqayê tunebin."