Dr. Koç: Nebûna xizmeta tenduristiya bi zimanê zikmakî mafê tenduristiyê binpê dike 2019-11-22 10:18:57 AMED – Dr. Şemsettîn Koç anî ziman ku pêwîste nexweş di zimanê pê dizanin de teşhîs û dermankirina xwe bînin ziman û salên dirêj ji ber nexweşan bi tirkî nizanibûn nediçûn nexweşxaneyan û mafê wan tenduristiyê dihat binpêkirin.    Dr. Şemsettîn Koç bal kişand ser pirsgirêka zimanê kurdî ya li qada tenduristiyê. Koç destnîşan kir ku dayîna xizmeta bi zimanê zikmakî yê kurdî ya li qada cemaweriyê mafek gerdûnî ye û bi taybetî di qada tenduristiyê de nebikaranîna kurdî bandorek neyînî li ser tenduistiya gel dike. Koç da zanîn ku xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî bi mafê jiyanê re bûye yek û got: “Daxwaza xizmeta tenduristiya zimanê zikmakî parçeyek ji mafê tenduristiyê, mafê dermankirinê, mafê nexweş û mafê jiyanê ye. Ev maf ji hev nayên veqetandin. Însanên bi tirkî nizanin dikevin rewşek dezavantajî.”    ‘NEBÛNA XIZMETA TENDURISTIYA BI KURDÎ BANDORÊ LI SER TENDURISTIYÊ DIKE’    Koç da zanîn ku ziman hêmana sereke ya xwegihandina xizmeta tenduristiyê û bandora qalîteyê ye û ziman bandorê li ser têkiliya bijîşk û nexweş dike. Koç anî ziman ku di teşhîs û dermankirina nexweşan de divê nexweş bi zimanek jê re hakim be dikaribe xwe îfade bike û yên bi tirkî nizanin ji bo vê yekê naçin nexweşxaneyan. Koç diyar kir ku di encama polîtîkayên pişaftinê yên dewletê de li bajarên herêmê ji ber qedexeya ser zimanê zikmakî û astengiyên li pêş însanan bi salan nikaribûn derdê xwe ji bijîşkan re bêjin. Koç da zanîn ku nexweş bi israr kurdî diaxivin û bijîşk jî bi tirkî bersivê didin ev yek rê li ber xetereyan vedike.    DI NAVA 17 ZIMANAN DE ZIMANÊ KURDÎ NÎNE    Koç anî ziman ku daxuyaniyên hikumetê yên rakirina qedexe û astengiyên ji ser kurdî rastiyê nade nîşandan û li Tirkiyê bi 17 zimanan xizmeta tenduristiyê tê dayîn û di nava van 17 zimanan de kurdî nîne. Koç da zanîn ku pêwîste xwedî li mafê tenduristiyê yê zimanê zikmakî bê derketin û dayîna xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî bi qasî dayîna xizmeta tenduristiyê girîng e.    MA/ Lezgîn Akdenîz