Partiya 26 sal berê hat girtin: OZDEP 2019-11-22 09:26:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Di nava dewletên cîhanê de yek ji dewletên herî zêde partiyên siyasî lê tên girtin Tirktiye ye. Her çend hikûmetên Tirkiyeyê bi hiqûq û demokrasiyê pesnê xwe bidin jî ji avakirina Komara Tirkiyeyê heta niha 58 partiyênsiyasî hatin girtin. Yek ji van partiyan Partiya Azadî û Demokrasiyê (OZDEP) bû. OZDEP 26 sal berê di 23'ê Mijdara 1993'an de hat girtin. Tenê 13 mehan li ber xwe da.     Li Tirkiyeyê ji roja avakirina Komara Tirkiye heta niha 58 partiyên siyasî ji aliyê dadgehê ve hatine girtin. Di nava van partiyan de 5 partiyên Kurdan hatin girtin. Yek ji van partiyan Partiya Azadî û Demokrasiyê (OZDEP) bû. OZDEP 26 sal berê di 23'ê Mijdara 1993'an de hat girtin.    Sazumankarê OZDEP'ê Mevlut Îlîk bû. Di 19'ê Cotmeha 1992'an de hat avakirin û di 23'ê mijdara 1993'a de hat girtin. Tenê 13 mehan li ber xwe da. Nûnertiya gelê Kurd dikir. Partiya Navendî ya Çepgir bû. OZDEP piştî HEP'ê hat avakirin. Bi îhtimala ku HEP bê girtin hat avakirin û di 19'ê Cotmeha 1992'an de hat avakirin. Her çend Rêveberên OZDEP'ê der barê partiyê de di 30'ê Nîsana 1993'an de biryara fesih dan jî beyî biryar bigêje Dadgeha Destûra bingehîn, Dadgehê biryara girtinê da.    DI 30 SALÊN DAWÎ DE HERÎ ZÊDE PARTIYÊN KURD BÛN HEDEF: 5 PARTIYÊN KURDAN HATIN GIRTIN    Di 7'ê Hezîrana 1990'an de HEP hat avakirin. Di hilbijartina 20'ê Cotmeha 1991'an de 18 parlamenterên HEP'ê tevî SHP'ê ketin Meclîsê. Di 31'ê Adara 1992'an de parlamenterên HEP'ê ji SHP'ê îstîfa kirin û derbasî DEP'ê bûn. Di 4'ê Tîrmeha 1992'an de OZDEP a bi îhtimala HEP bê girtin hatibû avakirin tev li HEP'ê bû. Di 7'ê Gulana 1993'an de DEP  hat avakirin. Di 14'ê Îlona 1993'an de HEP hat girtin. Di 23'ê mijdara 1993'an de Dadgeha Destûra Bingehîn OZDEP girt. Di 11'ê Gulana 1994'an de HADEP hat avakirin. Di 16'ê Hezîrana 1994'an de DEP hat girtin. Di 24'ê Cotmeha 1997'an de DEHAP hat avakirin. Di 13'ê Adara 2003'an de HADEP ji Aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat girtin.  Di 9'ê Mijdara 2005'an de DTP  hat avakrini. Yekem car Partiya Pergala Hevserokatiyê hat avakirin. Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk hatin hilbijartin. Di 11'ê Kanûna 2009'an de hat girtin.      DI 94 SALAN DE 58 PARTÎ HATIN GIRTIN   Li Tirkiyeyê yekem partiya hat girtin Partiya Firkaya Komarê ya Terakkiperverê (Terakkiperver Cumhuriyet Fırkası), di 3'ê Hezîrana 1925'an de bi biryara  Lijneya Wezîran hat girtin. 6 sal şûnde Firkaya Komarê ya Ahalî (Ahali Cumhuriyet Fırkası) di 21'ê Çileya 1931'an de dîsa bi Lijneya Wezîran hat girtin. 15 sal şûnde Partiya Rençber û Gundiyan (Çiftçi ve Köylü Partisi) jî di 24'ê Nîsana 1946'an de hat girtin. Partiya Parastina Îslamê (İslam Koruma Partisi) di 12'ê Îlona 1946'an de vê carê ji aliyê Dadgeha Eskerî ve hat girtin. Di 1946'an de partî bi biryara Dadgeha eskerî hatin girtin.   DI SALA 1981'AN DE 17 PARTÎ JI ALIYÊ DADGEHA ESKERÎ VE HATIN GIRTIN   Beriya  darbeya Eskerî ya 12'ê Îlona 1980'ê Partiya Kedkaran a Tirkiyeyê (Türkiye Emekçi Partisi) di 8'ê Gulana 1980'an de ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehin ve hat girtin. Di sala 1981'an de jî di nava salekê de 17 partî ji aliyê Dadgeha Eskerî ve hatin girtin. Salê bi girtina Partiya Edaletê dest pê kir û sal di cotmeha 1981'an bi girtina Partiya Jinan a Neteweyî ya Tirkiyeyê (Türkiye Ulusal Kadınlar Partisî) û Partiya Vatan (Vatan Partisi) bi dawî bû.    Ji salên 90'an heta niha herî zêde Partiyên Kurdan bûn hedef û di nava 30 salên dawî de 5 partiyên kurdan hatin girtin. Herî dawî Partiya Civaka Demokratîk (DTP) di 11'ê Kanûna 2009'an de hat girtin.    MA - Mehmet Alî Ertaş