Egîtîm Sen sibê li Enqereyê mitîng li dar dixe 2019-11-22 09:26:18 ENQERE – Endamên Egîtîm Senê bi daxwaza butçe ne ji bo şer ji bo perwerdehiyê û kedkaran were xerckirin dê di 23’ê mijdarê de ango sibê mitîng li dar bixe.    Endamên Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) dê ji ber kêmbûna butçeya ji bo perwerdehiyê û kedkaran tê veqetandin di 23’ê mijdarê de bi dirûşma “Mafên me, siberoja me û mafê perwerdehiya xwendekarê me” li Enqereyê mitîng li dar bixe. Mitîng dê li Meydana Tandoganê pêk were û balê bikişînin ser tengezariyên di qada perwerdehiyê de û daxwaza kedkarên perwerdehiyê bînin ziman.    Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Welat Kaya derbarê mitînga dê li dar bixin de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku di meha tebaxa derbasbûyî de ji bo hevdîtinên TÎS’ê li tevahiya Tirkiyê daxwazên xwe anîne ziman û her çiqas bi wezareta rayedar re hevdîtin pêk anîne jî lê daxwazên wan bêbersiv mane.  Kaya got: “Em dixwazin daxwazên kedkarên bi feqîrî û krîzê re rû bi rû mane bînin rojevê. Em vê baş dizanin; îqtîdara AKP’ê di nava van 17 salên xwe de her tim bedela krîzê bi kedkaran da razandin. 17 sal in poltîkayek wiha birêve dibe.”    DÊ GELEK PIRSGIRÊKAN BÎNIN ZIMAN    Kaya da zanîn ku ew ê li ser pirsgirêkên perwerdehiyê gelek pirsgirêk û tengezariyan bînin ziman û ew ê bang bikin ku mamostetiya bipere û peymandanî bê rakirin.    ‘BUTÇEYA NE JI BO ŞER JI BO PERWERDEHIYÊ’    Kaya anî ziman ku divê demildest dawî li polîtîkaya şer were û got: “Em ê daxwaz bikin ku butçeya ji bo şer tê veqetandin bila ji bo perwerdehiyê û kedkaran were veqetandin û xerckirin. Em ê bêjin butçeya ne ji bo şer butçeya ji bo perwerdehiyê.” Kaya diyar kir ku ew kedkaran hemû di 23’ê mijdarê de vedixwînin Meydana Tandoganê da ku daxwazên xwe qîr bikin.