'Em bangawaziya 'em dixwazin bijîn' bilind bikin' 2019-11-22 09:20:51 STENBOL - Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'a Stenbolê Pinar Turk, destnîşan kir ku li seranserê cîhanê jin li hemberî şideta zilaman û dewletê têdikoşin û got, ji bo pêşîlêgirtina şidetê divê qîrîna "em dixwazin bijîn" hîn bêtir bê bilindkirin.  25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şideta Li Dijî Jinê nêz bû. Her wiha îsal jî jin bi çalakiyên cur bi cur daxwazên xwe bilêv dikin. Ji serê mehê heta nha bi panel, daxuyanî û civînan amadekariyê 25'ê Mijdarê û girêdayî vê meşa şevê ya Taksîmê tên kirin.    Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'a Stenbolê Pinar Turk, hem behsa şideta li ser jinê, hem jî behsa amadekariyên ji bo 25'ê Mijdarê kirin.    Turk, destnîşan kir ku şideta li ser jinê pirsgirêkeke navneteweyî ye û got: "Jin ji ber şideta zilam û dewletê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Loma 25'ê Mijdarê ji bo me girîng e. Em jin dibêjin 'em dixwazin bijîn' û divê ev deng hîn bêtir bê bilindkirin. Em dixwazin bi bedena xwe, bi nasnameya xwe, li gor dilê xwe bijîn. Tevgera azadiyê ya jinê, li her derî, li kuçe û kolanan, li mal û taxê, li kargehan û meclîsê têdikoşe û wê ev têkoşîna me tim û tim hebe."    XWEPARASTIN    Turk, bal kişand ser girngiya xweparastinê û got: "Jin, ji bo qadên xwe yên jiyanê, ji bo jiyana xwe biparêzin, xweparastinê dikin. Em wekî mafekî nêzî xweparastinê dibin. Mafekî ku divê bê qebûlkirin. Hin jin hene ji bo nemirin, mecbûr dimînin dikujin. Divê pratîka xweparastinê û qîrîna jinan a ji bo xweparastinê hîn bêtir bê bilind kirin. Helbet xweprastin tenê bi şidetê nayê ravekirin. Mesel ji bo me têkoşîna rêxistnbûyî ya jinan, dnegderxistina wan jî awayekî xweparastinê ye û pratîka xweparastinê ye. Loma qînîna 'em dixwazin bijîn' li her derî bilind dibe. Em dixwazin bijîn, em naxwazin bimirin."    WÊ DAKEVIN QADAN    Turk, ji bo roja 25'ê Mijdarê got: "Beriya her tiştî jin ji ber ku jin in û dixwazin bijîn divê li qadan bin. Çimkî ji ber ku em jin in, em tên kuştin. Ji ber ku em jin in li kargehan bi erzanî tên xebitandin. Ji ber ku em jin in li nav kuçeyan bi taciz, tecawizê re rû bi rû dimînin. Divê em ji jinûna xw eşerm nekin. Ji bo ev bê guherandin em têdikoşin. Ji ber em jin in em kêfxweş in û serbilind in."    BANGAWAZIYA JI BO MEŞA ŞEVÊ    Turk, çalakiyên ku dê bikin jî parve kir û got, li her sê herêmên Stenbolê panel û daxuyaniyan didin. Turk, ji bo çalakiya hevpar ku dê li Tunela Taksîmê bê lidarxistin jî got: "Em ê îsal jî li Qada Tunelê ya Taksîmê bin. Em ê saet di 19'an de bên cem hev du. Di vê rojê de em bang li jinan hemûyan dikin ku bi hev re qadên jiyanê biparêzin."