Psîkyatr Savaş: Car heye pirsgirêkên aborî dibin sedema întiharkirinê 2019-11-22 09:19:23 EDENE - Psîkytar Prof. Dr. Halûk Savaş, bûyerên întiharê yên di demên dawîn de qewimîn nirxandin û got, belkî bi tena serê xwe ne sedemek be, lê belê rewşa aborî ew rewş e ku kesan ber bi întiharê ve dibe.  Li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî, di demên dawî de mirov întihar dikin. Li Stenbolê 4 xwişk, li Antalyayê bav û du zarokên xwe û li Bakirkoya Stenbolê dê û bav tevî zarokê xwe yê 7 salî întihar kirin. Psîkyatr Prof. Dr. Halûk Savaş, bûyerên întiharê nirxandin.    Savaş, ji bo întiharên komî yên di demên dawî de diyar kir ku întiharên komî bi çend awayan çê dibin û got, dibe ku ev mirin ne întiharên komî bin jî. Savaş, got: "Kesê li malê xwedîgotin e, dibe kesên li malê bikuje û paşê jî xwe. Ji ber fikrên xwe yên nexweşokî."    Savaş, diyar kir ku mesela dayikeke ku dibêje 'divê ez bimirim', lê belê 'heger ez bimirim wê zarokên min birçî bimînin' dibe ku pêşî zarokên xwe bikuje û paşê întihar bike. Savaş, got: "Dibe ku ji ber endîşeya ku dê yên mayî birçî bimînin tiştekî wisa bê kirin. Çimkî fikrên mirov ber bi întiharê ve dibin, dibe ku 'psîkotîk' bin. Yanî aydê demên gava xirabbûna muhakemeya eqlî ye. Hin tişt ji bo me bêwate ne, lê ji bo wan watedar in û dibe ev tişt wan ber bi tiştekî wiha ve dibin. Her wiha pirsgirêka aborî jî pêşî li ber întiharê vedike. Helbet rewşa aborî di civakê de ji bo întiharê ne sedemeke sereke ye. Rewşên psîkyatrîk vê yekê bêtir gur dikin."