Li Goristana Xerzanê veşartibûn, niha jî dibêjin DNA ne wek hev in 2019-11-22 09:18:48 STENBOL – Cenazeyê Serhat Asrlanargûn ê li Kobaniyê jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Xerzanê hatibû veşartin. Lê belê ATK'ê ji malbatê re got, DNA'ya hatiye dayîn û ya cenaze li hev dernayên. Malbat, ji bo cenaze wergire wê gora dê û bavê wî vekin û ji bo DNA'yê nimûne bidin.  Di 19'ê Kanûna 2017'an de cenazeyên li Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê hatibûn derxistin û biribûn Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê. Ji 267 cenazeyan ên 5 heban hatibûn dayîn û malbatên wan careke din ew veşartibûn. 30 malbat jî ji bo cenazeyên xwe wergirin ji bo DNA'yê serlêdan pêk anî bûn. Ji van malbatan DNA'ya 11'an jê li hev derketibû.    Hatibû gotin ku cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin, di Adara 2019'an de li Goristana Bêkesan a Sariyerê hatine veşartin.    Ji van cenazeyan yek jê jî yê Serhat Arslanargûn (Rênas Bedlîs) e ku li Kobaniyê jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê cenazeyê wî di sala 2014'an de li Goristana Xerzanê veşartibû. Piştî cenaze birin ATK'ê, malbata Arslanargûn ji bo DNA'yê nimûne dabû. Lê belê ATK'ê ji malbatê re got, DNA li hev derneketiye. Xwişka wî Îlknûr Arslanargûn, got: "Me bi destê xwe veşart, çawa DNA li hev dernayê."    'APÊ MIN TEŞHÎS KIRIBÛ'    Arslanargûn, diyar kir ku birayê wê Serhat Arslanargûn di 18'ê Kanûna 2014'an de li Kobaniyê jiyana xwe ji dest daye û gava bihîstine ji bo wergirtina cenaze çûne ber Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê û cenaze wergirtine. Arslanargûn, da zanîn ku gava cenaze wergirtine birine ATK'ya Rihayê û got: "Li vira ji birayê min nimûneya DNA'yê hat wergirtin, lê apê min çû bi çavê xwe cenaze teşhîs kir û li ser vê gotin, ne hewceyî DNA'yê ye, cenaze dan me. Gava cenaze dan ruxseta veşartina cenaze jî dan. Me cenazeyê xwe wergirt û bir Goristana Xerzanê veşart."    ‘GOTIN DNA LI HEV DERNEKETINE'    Arslanargûn, destnîşan kir ku piştî goristan hatiye texrîbkirin cenazeyê birayê wê ji wir derxistine. Arslanargûn, diyar kir ku piştî demekê haya wan jê çê bûye ku cenaze hatine derxistin û got: "Piştî me bihîst em çûn wir. Lê belê ji ber qedexeyan nehiştin. Em 8 mehan sekinîn. Paşê ez û 11 malbatên din çûn me serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê da. Em û parêzeran çûn û me ji bo DNA'yê nimûne dan. Lê tiştek ji me re negotin. Piştî demeke dirêj ji me re gotin, DNA li hev derneketine."    Arslanargûn, diyar kir ku ji ber ku dê û bavê wê ne sax in wê ji bo DNA'yê nimûne daye û got: "Destûra me ya ruxsetê heye, lê ji me re dibêjin DNA li hev derneketine. Lê cenazeyek wiha heye. Em bi xwe çûn, me cenaze wergirt û veşart. Ji ber DNA min û ya cenaze li hev derneketiye, mecbûr em ê gora dê û bavê xwe vekin û ji bo DNA'yê nimûne bigirin. A rast ji ber dizanin dê û bavê min ne sax in, dixwazin bikin ku em doza cenaze nekin. Lê çi ji destê min bê ez ê bikim. Em ê heta dawiyê doza cenazeyê xwe bikin."    ‘BIRAYÊ MIN NE BÊXWEDÎ YE'    Arslanargûn, destnîşan kir ku hîn jî tam nizanin cenazeyê birayê wê li ku ye û got, herî dawî bihîstine ku cenaze li Goristana Bêkesan a Kîlyosê hatine veşartin. Arslanargûn, got: "Birayê min ne bêkes e. Daxwazek me heye. Ev daxwazeke insanî ye. Ji zûvde ye em doza cenazeyê xwe dikin. Dibe hinekî din jî dewam bike. Lê çi dibe bila bibe em ê dev ji cenazeyê xwe bernedin."    Arslanargûn, xwest rojek berî rojekê cenazeyê wan bê dayîn.    MA / Nacî Kaya - Ferhat Çelîk