Hewl dide bi meaşê xwe yê astengdariyê debara xwe bike 2019-11-22 09:18:02 RIHA – Osman Çali yê astengdar, bal kişand ser krîza aborî û got: "Kes nikare bi meaşê kêm debara xwe bike, lê ez ê çawa bi meaşê xwe yê astengdariyê 450 lîreyî debara xwe bikim."  Li Taxa Osmanli ya navçeya navendî Eyyûbiye ya Rihayê, bavê 3 zarokan Osman Çali yê astengdar, hewl dide bi 450 lîreyî debara xwe bike. Lingê Çali ji ber qezayekê seqet bûye û ji ber vê nikare xweşikî ji malê derkeve. Çali, diyar kir ku berê dixebitî û debara xwe dikir. Lê niha hewl dide bi meaşê astengdariyê debara xwe bike.    Çali, destnîşan kir ku bi vî meaşê xwe nikare heqê mesrefên dibistana zarokên xwe jî bide û got: "Krîz heye. Di vê krîzê de pirsgirêkên kesên wek min zêdetir in. Ji kesên meaşê kêm digirin heta karkerên demsalî pirsgirêkên he rkesî hene. Dibe civak vê yekê bilêv neke, lê di nav gel de nerazîbûnek heye." Çali, anî ziman ku ji salên 90'î heta niha krîzek wiha nedîtiye û got, ji ber zextan mirov dengê xwe bilind nakin.    Çali, destnîşan kir ku ji ceryanê heta zexîre her tişt biha bûye û got: "Mesela me berê rûn bi 20 lîreyî dikirî, niha bi 40 lîreyî ye. Bûye du qat. Berê heqê fatûreya ceryanê 45-60 lîre dihat, lê niha ne di biniya 120 lîreyî de ye. Mehê 450 lîreyî meaşê astengdariyê didin min. Ma ez ê bi vî 450 lîreyî heqê mesrefê dibistana zarokan bidim, heqê kincên wan bidim, heqê ceryanê bidim..."