Ev aş sedsal in bênavber digere 2019-11-22 09:17:10 COLEMÊRG - Aşê avê yê li gundê Peranîs ê Geverê, sedsal in bênavber digere. Xwediyê aş Cengîz Aslan, got: "Kalê min dewrî bavê min, bavê min dewrî min, ez ê jî dewrî kurê xwe bikim."  Aşê avê yê li gundê Peranîs ê navçeya Gever a Colemêrgê, zêdetirî sed sal in digere. Aşê ku berê bi şev û biroş dixebitî, di salên dawî de ji ber kêmbûna çandina genim, bihabûna mazot û gubre salê tenê 20 rojî dixebite. Xwediyê aş Cengîz Aslan , diyar kir ku kalê wî aş teslîmî bavê wî, bavê wî jî teslîmî wî kiriye û got: "Wesiyeta kalê min a ji bo bavê min û wesiyeta bavê min a ji bo min û wesiyeta min a ji bo kurê min, gere ev aş xera nebe."    Aslan, diyar kir ku di temenekî biçûk de dest bi aşvaniyê kiriye û got: "Gundê me di navbera Elbak, Gever û Îranê de ye. Ji vira re dibêjin herêma Soretanî. 20 sal in ez li ser aş im. Bavê min 80 salî xebitand. Kalê min jî 50 sal. Ji kalê min heta niha, her kesî nesîhet kiriye ku aş neyê firotin. Berê gundên li derdorê hemû genimê xwe dihêrandin, lê di demên dawî e kêm kes dihêrîne. Çimkî êdî kes xweşikî genim naçîne. Her ku mirov feqîr dibin û her ku tişt biha dibin, genim jî nayê çandin. Ev rewş jî tesîrê li me dike."    'EV DER AŞÊ FEQÎRA YE'    Aslan, destnîşan kir ku aşê bi avê dişoxule û aşê bi ceryanê dişoxule ne wekî hev in û got: "Nanê aşê avî bi kapek e û xweş e. Lê yê aşê bi ceryanê qayişokî ye. Berê min rojê 300 teneke arvan dihêrand. Lê di demên dawî de pir kêm bûye. Heta çend sal berê jî gundiyan pir genim diçand. Lê piştî mazot û gubre biha bûn kes pir naçîne. Berê em bi şev û biroj dixebitîn û em di ber kar re nedigihan. Du sal in rojê sê çar saetan dixebitim. Ji ber cotkarî nemaye, aş jî naxebite. Aşê min aşê feqîra ye. Nexasim gundiyên feqîr genimê xwe tînin. Em gundî, di biharê de cihoka avê çê dikin û avê digihînin aş. Em bi hev re vî aşî dixebitînin."     Aslan, destnîşan kir ku tenê daxwazek wî heye, ew jî ev aş tim bixebite û got: "Ez ê teslîmî zarokên xwe bikim. Heger zarokên min baş lê binerin wê heta 10 salên din jî bimîne. Ji bo vî aşî wesiyeteke malbata me heye. Wesiyeta kalê min a ji bo bavê min û wesiyeta bavê min a ji bo min û wesiyeta min a ji bo kurê min, gere ev aş xera nebe. Hêvîdar im her kes li gor vê wesiyetê tev bigere û aş tim hebe."    MA / Adnan Bîlen