ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2019'AN 2019-11-22 09:00:38   * Aşê avê yê li gundê Peranîs ê Geverê, sedsal in bênavber digere. Xwediyê aş Cengîz Aslan, got: "Kalê min dewrî bavê min, bavê min dewrî min, ez ê jî dewrî kurê xwe bikim."    * Osman Çali yê astengdar, bal kişand ser krîza aborî û got: "Kes nikare bi meaşê kêm debara xwe bike, lê ez ê çawa bi meaşê xwe yê astengdariyê 450 lîreyî debara xwe bikim."    * Cenazeyê Serhat Asrlanargûn ê li Kobaniyê jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Xerzanê hatibû veşartin. Lê belê ATK'ê ji malbatê re got, DNA'ya hatiye dayîn û ya cenaze li hev dernayên. Malbat, ji bo cenaze wergire wê gora dê û bavê wî vekin û ji bo DNA'yê nimûne bidin.    * Psîkytar Prof. Dr. Halûk Savaş, bûyerên întiharê yên di demên dawîn de qewimîn nirxandin û got, belkî bi tena serê xwe ne sedemek be, lê belê rewşa aborî ew rewş e ku kesan ber bi întiharê ve dibe.    * Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, piştî çalakiyên greva birçîbûnê zêdetir bûn. Li gorî agahiyên saziyên têkildar, li Girtîgeha Tîpa L a Panosê ava cihokê tev li ava vexwarinê tê kirin û li Girtîgeha Tîpa T a Wanê  jî xwarinên tên dayîn nayên xwarin.    * Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'a Stenbolê Pinar Turk, destnîşan kir ku li seranserê cîhanê jin li hemberî şideta zilaman û dewletê têdikoşin û got, ji bo pêşîlêgirtina şidetê divê qîrîna "em dixwazin bijîn" hîn bêtir bê bilindkirin.    * Kawa Nemir ku operaya "Tosca" ya bestekarê îtalî Gîacomo Pûccînî, wergerand kurdî, diyar kir ku kurdî, ne ku bi tenê opera, lê xwedanê derfetên ji bo gelek formên hê kifşnebûyî ye. Her wiha Nemir, got: "Toscaya Puccini, berhema diyarê Îtalyayê, û kilama navdar a welatê Kurdistanê, Saliho û Nûrê, ji layê babeta xwe ve pir dişibine yek û din."   * Dr. Şemsettîn Koç anî ziman ku pêwîste nexweş di zimanê pê dizanin teşhîs û dermankirina xwe bînin ziman û salên dirêj ji ber nexweşan bi tirkî nizanibûn nediçûn nexweşxaneyan û mafê wan tenduristiyê dihat binpêkirin.    * Endamên Egîtîm Senê bi daxwaza butçe ne ji bo şer ji bo perwerdehiyê û kedkaran were xerckirin dê di 23’ê Mijdarê de ango sibê mitîng li dar bixe.   * 2'emîn danişîna doza 9 kesên ku bavê Haci Lokman Birlîk ê li Şirnexê hat kuştin û li pey panzêrê hat kaşkirin jî di navde dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê dîtin. (09.00)   * Danişîna doza nivîskarê rexnegir Fikret Başkaya dê li 21'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (09.30)   * Platforma Jinan a Enqereyê bi minasebeta 25'ê Mijdarê dê li Yekîtiya Mulkiyeyan civîna çapemeniyê lidar bixin. (11.00)   * Komîsyona Jinan a Enqereyê dê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Ser Jinê, li Salona Civînê ya Şaredariya Çankaya panelê lidar bixin. (12.00)   * Platforma Jinan a Antalya dê bi boneya 25'ê mijdarê  daxuyaniyê bidin û li Postexaneyê kartan ji jinên girtî re bişînin. (12:30)   * Jinên Anarşist dê bi şîara "Bila ne Jin bila Hepisxane bên girtin" li pêş Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Baroya Amedê dê ji bo faîlên Tahîr Elçî bên darizandin, li pêş Edliyeyê di hefteya 203'an de “Kursiya Mafên Mirovan a Tahîr Elçî" li dar bixin. (13.30)   * Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya meşa şevê ya 25'ê mijdarê dê bi cilên neteweyî yi Sûrê belavokên bangê belav bikin. (14.00)