3 sal ceza li parêzera jin birîn 2019-11-21 12:15:43 COLEMÊRG – Harîka Gunay Karataş a li Geverê parêzeriyê dike bi hênceta parvekirinên medya civakî 3 sal û mehek û 15 roj cezayê hefsê lê hat birîn.  Harîka Gunay Karataş a li navçeya Gevera Colemêrgê parêzeriyê dike, ji ber parvekirinên hesabê medya civakî bi îdî,aya “Propaganda rêxistinê kiriye” dihat darizandin. Dadgeha Colemêrgê 3 sal, mehek û 15 roj ceza li Karataş birî. Parvekirinên Karataş ên 7 salên dawî li dosyeyê bar kirine û wek sûc hatine hesibandin.    Karataş derbarê cezayê lê hatiye birîn de nerazîbûn nîşan da û got siyaseta demokratîk di rexneyên azad de derbas dibe û yên li vî welatî dijîn her kes wek “gumanbarên asayî” tên dîtin. Karataş anî ziman ku birayra ji bo wê hatiye dayîn ne hiqûqî ye û dê vî cezayî qebûl neke.