Hişyariya Zagonî: Baldar be! Mezeloqên bi solvent, ji tenduristiyê re bi zerar in 2019-11-21 12:15:14 EDENE - Li Edeneyê li karkeriya pêlavên sextiyan zarokekî 12 salî di Roja Zarokan a Cîhanê de karê giran dike. Li gel hişyariya Zagonî jî dîsa zarokan di nava maddeyên kîmyewî de didin xebitandin.  Di roja zarokan a cîhanê de li Edeneyê zarokê 12 salî Abdo yê di kargeriya saya de dixebite balê dikişîne ser xwe. Zarokê ku di nava pêlavên sextiyande kar dike, li ser dilê tîşortê wî nivîsa "Teqez ji min re nebêje ha 'îro neçe dibistanê" hatiye nivîsandin. Dîsa li tenekeya tenişta wî jî nivîsa "Hişyariya Zagonî: Baldar be! Mezeloqên bi solvent, ji tenduristiyê re bi zerar in. Ji bo zarokan nayê firotin û nayê dayîn."  Di vî wêneyê de dê dîtin ku li Tirkiye zarok di  çi şert û mercan û li gorî kijan pîvanan kar dikin. Rewşa zarokên li Tirkiye tîne ber çavan.