Kiliçdaroglû bi awayekî sergirtî piştgirî da banga hilbijartina pêşwaxt a HDP'ê 2019-11-21 12:14:38 ENQERE - Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ku banga hilbijartina pêşwaxt a HDP'ê bi erênî nirxand û ev tişt got: "Em banga hilbijartina pêşwaxt nakin lê heke bînin em ê bibêjin 'erê'." Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû, tevlî weşana zindî ya FOX TV’yê bû û têkildarî banga hilbijartina pêşwaxt a HDP'ê nirxandinan kir.    Kiliçdaroglû li ser pirsa têkildarî banga HDP'ê ya hilbijartina pêşwaxt ev tişt got: "Em weke hilbijartina pêşwaxt bibe dixebitin. Ji bo hilbijartina pêşwaxt divê kesek biryar bide. Heke daxwaza hilbijartina pêşwaxt bê, em ê bibêjin 'erê'. Erdogan û koma xwe nikarin welat bi rê ve bibin. Milletê perîşan kirine."    Kiliçdaroglû ku nexwest li ser hilbijartinê texmînên xwe bibêje wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pêşaniya me avakirina aramiyê ye. Nikarim têkildarî dema hilbijartinê texmînek bikim. Tenduristiya Erdogan a ruhî ne baş e, êrîşkar e. Di rewşeke wiha de nizanim ku kîngê hilbijartin bê kirin. Em banga hilbijartina pêşwaxt nakin lê hene bînin em ê bibêjin 'erê'."    'HDP MAFDAR E'   Kiliçdaroglû, banga HDP'ê ku qeyûm tayînî 24 şaredariyên wê hatine kirin a hilbijartina pêşwaxt mafdar dît û ev nirxandin kir: "Şertên demokrasiyê hene. Pir tiştekî xweza ye ku kesên demokrasiyê dixwazin bên gel hev. Erdogan dixwaze tifaqa me xera bike. Roja piştî destpêkirina Tevgera Kaniya Aştiyê got ku divê Tifaqa Milletê xera bibe. Di fikire ku hêza artêşa bi kar bîne û xera bike."