Li Girtîgeha Wanê lêgerîna tazî li jinan tê ferzkirin 2019-11-21 11:59:55   WAN –  Aysel Dalar a li Girtîgeha Tîpa ya Wanê diyar kir ku jinên dibin girtîgehê lêgerîna tazî li ser wan ferz dikin û dema lêgerînê jin bi tacîza fizîkî û peyvan re hevrû dimînin û li wan didin.    Aysel Dalar a li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtî ye nameyek şand Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, binpêkirina mafan ên li girtîgehê vegot. Dalar anî ziman ku jinên dibin girtîgehê gardiyan û esker lêgerîna tazî li ser wan ferz dikin û dema lêgerînê jin bi tacîza fizîkî û peyvan re hevrû dimînin û li wan didin. Dalar got dermankirina girtiyan tê astengkirin û mafê tenduristiyê yên girtiyan tê binpêkirin. Dalar da zanîn ku zarokên bi dayikên xwe re girtî di nava şertên nebaş de dijîn û pêdiviyên wan ên jiyanî nayên temînkirin. Dalar diyar kir ku li dijî van binpêkirinên mafan ew muxataban nabînin ku pirsgirêkan vebêjin.