Derhênerê ‘Ne qeza ye, cînayet e': Şerma dewletê dê di dîrokê de cih bigire 2019-11-21 11:38:43   STENBOL - Derhênerê belgeîlma "Ne qeza ye, cînayet e" Fatih Pinar, diyar kir ku wî arşîvek xist nava rûpelê dîroke û wiha got: "Ev cînayet şerma îqtîdar, dewlet, daraz û hikûmetê ye. Ev şerma dewletê dê di nava rupelên dîrokê de cihê xwe bigire."   Derhêner Fatîh Pinar, ji sala 2008'an heta niha têkildarî cînayetên kar qeydan digire û belgeyan kom dike. Pinar ji belge û qeydên ku ji mabat û mexdûran girt û têkoşîna malbatan a edaletê kom kir belgefîlma "Ne qeza ye, cînayet e" amade kir. Pinar, di 15'ê mijdarê belgefilm da pêşandan. Pinar, têkildarî amadekarî û naveroka belgefîlmê vegot. "Li ser pêşniyara Murat Deha Boduroglu û Banu Cennetoglu yên ku tev li Şahiyên Hunera Navneteweyî ya Assembly ya Bajarê Bergenê ku ji 3 salan carekê li Bajarê Bergen ê Norveçê tê pêk tê, dibin bin dest bi vê xebatê kir. Li ser vê pêşniyarê, min wekî rojnamegerekî çalakiyên Nobeta Edalet û Wîcdan yên ku ji mehê carekê di roja yekşemê de dihatin li darxistin şopand. Min ev yek bi rêk û pêk şopand û belge kom kirin. Di 6'ê Çileya 2019’an de piştî Nobeta Wîcdan û Edaletê dest pê kir, min dest bi sanaryoyê kir. Heta Tîrmehê min dîmen kom kirin. Beriya dozê û piştî dozê min bi malbatan re roportaj kir. Têkoşînek bi ruhê xebata Kolektif hebû. Kedek mezin li pişt vê xebatê hebû. Dildara piştevaniya Malbatanên li Edaletê digere Eylem Can, hemû çîrokê bi dengê xwe tomar dike. Çîrokê hemû malbatên ku li Davutpaşa jiyana xwe ji dest dane heye. Malbat li edaletê digerin."     Pinar, da zanîn ku bi vê belgeyê xwest di aşrîvê de belgeyekê bihêle û wiha axivî: "Li ser israra Ev ne qeza ye. Ev cînayet e, min navê “Ev ne qeza ye, ev cînayet e" li belgeyê kir." Pinar, diyar kir ku wî arşîvek xist nava rûpelê dîroke û wiha got: "Ev cînayet şerma îqtîdar, dewlet, daraz û hikûmetê ye. Ev şerma dewletê dê di nava rupelên dîrokê de cihê xwe bigire."   Belgefîlma ku di 15'ê mijdarê de li Navenda Çandê ya Hemdem a Mizgefta Şişlî hat kirin, dê di Kanûnê de di Mihrîcana Fîlman Kijan Mafên Mirovan de, di Çileya 2020'an de jî Di Mihrîcana Fîlmên Karkeran a li Tirkiyeyê bê pêşandan. Piştî ligelek mihricanên Asya û Ewr9opa jî bê pêşandan dê li ser înternetê bê weşandin.    MA / Mehmet Halit Çetinbaş