Ronakbiran piştgirî da HDP'ê û CHP'ê hişyar kirin 2019-11-21 11:12:47 ENQERE - Ronakbir û nivîskaran piştgirî da deklerasyona HDP'ê ku têkildarî helwesta xwe ya li dijî qeyûman aşkera kir û CHP'ê jî hişyar kirin. Akademîsyen Baskin Oran, diyar kir ku heke li HDP'ê xwedî neyê derketin dê holê muxalefet nemîne.  Di civîna duh a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li Otela Hîltonê bi beşdariya hemû rêxistin û pêkhateyan hat lidarxistin de têkildarî serdema nû deklerasyonek hat aşkerakirin. Di civîna ku gelek nivîskar û ronakbir tevlî bûbûn de HDP'ê biryar da ku "destkeftiyen xwe bi parêze" û nîqaşên sîne-î milletê bi dawî kir.    Prof. Dr. Baskin Oran, siyasetmedar û akademisyen Nesrîn Nas û Midurê Berê yê Giştî yê Xezîneyê Mehmet Rasgelener ku tevlî civîna HDP’'ê ya duh bûbûn, deklerasyona ku HDP'ê aşkera kir û helwesta muxalefetê ya li hemberî HDP'ê nirxandin.    ORAN: TENÊ HDP JI DEMOKRASIYÊ BAWER DIKE   Baskin Oran, diyar kir ku HDP ji Demokrasiyê bawer dike û nûnertiya bindestên welat dike û wiha got: "Ji bilî banga "hilbijartina pêşwaxt" tevlî hemû deklerasyona HDP'ê dibim. HDP weke nûnerên bindestên welat ku ji demokrasiyê bawer dike, banga yekitiya hêzê li beşên din ên civakê dike. Tiştên ku HDP'ê berê jî dikir ji serî heta binî rast bûn. Polîtîkayên wê hemû planên pergala yek kesî xera kirin."    Oran têkildarî îttîraza xwe ya ji bo hilbijartina pêşwaxt jî ev tişt got: "Pergala yek kesî, niha helw dide bi avakirina neyaran xwe li ser pêya bihêle. Vê yekê jî bi hestên netewperestiyê dike. Dê ev yek di demeke nêz de dibe ku jê re dengan bîne lê di demeke dirêj de wê perîşan bibe.  Hilbijartina pêşwaxt; qezenckirin e. Lewre di pêvajoyeke ku desthilat bi hestên netewperest tevdigere mirov naçe hilbijartina pêşwaxt."    'HEKE LI HDP'Ê XWEDÎ NEYÊ DERKETIN DÊ MUXALEFET LI HOLÊ NEMÎNE'   Oran destnîşan kir ku divê HDP têkoşîna xwe bidomîne û ev hişyarî di serî de CHP li partiyên muxalefeta Tirkiyeyê kir: "Heke muxalefet li HDP'ê xwedî dernekeve, dê muxalefet ji holê bê rakirin. Bi taybetî ez qala CHP'ê dikim. Partiya Saadetê li gorî CHP'ê 40 qat zêdetir rasteqîn tevdigere. Heke CHP wiha tenê ji bo tiştên di destê xwe de winda neke polîtîka bimeşîne, dê ne C'ya wê ne jî H û P ya wê bimîne."    RASGELENER: DÊ ENCAMÊN ERÊNÎ BI XWE RE BÎNE     Mehmet Rasgelener jî diyar kir ku rêz ji biryara HDP'ê girtiye re digire û ev tişt got: "Li gel banga "li deştê siyaset bikin" a vê dewletê ya bi devê Mehmet Agar, îro astengkirina siyasetê ya mirovan tu eleqeya xwe bi mêjî re tuneye. Ji ber vê sedemê me feyde dît ku tevlî civîna HDP'ê bibin û piştgirî bidinê. Piştgiriya biryarên hatine girtine dikim û ji wan re rêz digirim. Biryara hatiye girtin dê encamên erênî bi xwe re bîne. Bi qasî ku dişopînin, di civaka tirk de bi şer, beş û xeteke şovenîst tê avakirin. Li şûna ku CHP mudaxaleyî vê rewşê bike, xwe li gorî vê rewşê tevdigere. Ev yek jî ji bo pêşeroja Tirkiyeyê ne tiştekî baş e."    'DIVÊ EM PIŞTEVANIYA DEMOKRASIYÊ MEZINTIR BIKIN'   Nesrîn Nas jî bi lêv kir ku biryar HDP'ê ya mayîna li Meclisê û rêveberiyên herêmî biryareke girîng e û ev tişt anî ziman: "Gelek tiştên ku em bikin hene. Divê ku em hevrebûn û çawaniya mezinkirina qada siyasî biaxivin. Bi awayekî zelal li holê ye ku tiştên ku me heta niha kiriye kêm in. Heke wiha nebûya em nedihatin vê rewşê. Ez jî tevlî hirs û şikestina hilbijêrên HDP'ê dibim. Biryara HDP'ê girîng e, lê divê ku partiyên muxalefetê yên din û hêzên demokrasiyê jî rolên girîng bigirin ser xwe. Em neçarin ku bi berfirehkriina qada demokrasiyê re piştevaniya demokratîk mezin bikin."