Bi ser kuştina Ûgûr Kaymaz re 15 sal derbas bûn: Dosye ji nûve li DMME’yê ye 2019-11-21 10:40:09 MÊRDÎN – Ûgûr Kaymaz ê 12 salî 13 gule li bedena wî dan û bi bavê xwe re hatibû kuştin. Pêvajoya darazê ya Kaymaz veguherî çîrokê. Li gel 15 sal bi ser bûyerê re derbas bû jî DMME’yê biryara mehkûmiyetê da lê AYM’ê serlêdanê red kir. Dosye ji nûve veguhezandin DMME’yê ye.  Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di 21’ê Mijdara 2004’an de Ûgûr Kaymaz ê 12 salî bi bavê xwe Ahmet Kaymaz re li ber malê polîsan gule li wan reşand û ew qetil kirin. Polîsan 13 gule li bedena Ûgûr Kaymaz ê 12 salî xist û 8 gule jî li bedena bavê wî yê ajokarê kamyonê xist. Polîs bi vê yekê re jî bi sînor neman û  çeka keleşê danîn ber serê wan. Piştî bûyerê bi demek kin Walîtiya Mêrdînê daxuyanî da û Ûgûrê biçûk û bavê wî wek “terorîstê amadekariyê çalakiyê dikir” ragihand.    POLÎS HATIN BERATKIRIN    Têkildarî kuştina Ûgûr û bavê wî derbarê 4 polîsan li Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê doz hat vekirin. Doz bi hênceta “ewlehiyê” veguhezandin Dadgeha Eskîşehîrê. Dadgeha Eskîşehîrê derbarê polîsan de biryara beratê da. Biryar ji aliyê 1’emîn Daîreya Cezayê Dadgeha Bilind ve bi piraniya dengan hat erêkirin û hemû rêyên hiqûqa hundirîn hatin girtin. Piştî vê yekê parêzerên malbatê biryara Dadgeha Tirkiyê vughezandin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). DMME’yê di sibata 2014’an de biryara xwe eşkere kir û bi hênceta “mafê jiyanê hatiye binpêkirin” Tirkiyê mehkûm kir û xwest Tirkiye tazmînata 70 hezar avro yê madî û 70 hezar avro yê manevî bide.    DOSYA CAREK DIN LI DMME YE    Bi dû biryara DMME’yê re Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê bi daxwaza darizandin ji nûve bê destpêkirin serî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê da. Dadgehê bêyî tu hêncetê nîşan bide serlêdana ÎHD’ê red kir. Li ser vê yekê parêzeran bi daxwaza kujer werin darizandin di sala 2015’an de bi awayek takekes serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan.    AYM demek dirêj şûn ve bersiv da vê serlêdanê û diyar kir ku biryara DMME’yê biryarek ecibandinê ye. AYM’ê derbarê bersûcan de biryara dê neyên darizandin da. Parêzeran jî demek beriya niha biryara AYM’ê da veguhezandin DMME’yê.    ÇI HEBÛ JI HOLÊ RAKIRIN    Li gel van tiştên qewimîn jî her sepanên li ser navê Ûgûr yek bi yek bûn armanca polîsan. Ji bo bîranîna Ûgûr di 11’ê hezîrana 2016’an de peykerek ji aliyê Şaredariya Qoserê ve hat çêkirin. Qeyûmê tayînî şaredariyê hat kirin peykerê Ûgûr Kaymaz rakir û di şûna wî de kûleya saetê danî. Qeyûmê Şaredariya Dêrikê jî navê Ûgûr Kaymaz ji parkê rakir. Qeyûmê Şaredariya Qoserê di salvegera kuştina Ûgûr û bavê wî de diya wî Makbûle Kaymaz bi KHK’ê ji karê wê yê li şaredariyê îxrac kir.    ‘PIŞTÎ ÛGÛR KUŞTINÊ DEWAM KIR’   Parêzerê malbata Kaymaz, Erdal Kuzu têkildarî bûyerê û dozê axivî. Kuzu da zanîn ku tevî ewqas sal derbas bûn jî kes nehat cezakirin û bûyerê dernexistine ronahiyê û li ser vê yekê jî kuştina zarokan dewam kir. Kuzu diyar kir ku piştî Ûgûr gelek zarok ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin û got: “Heke di doza Ûgûr de hemû rastî derketa holê û ceza li kujeran bihata birîn, belkî piştî Ûgûr ewqas zarok bi guleyên dewletê nehatine kuştin.”    'TIRKIYE BÛYE GORISTANA ZAROKÊN KUŞTÎ’   Kuzu anî ziman ku di esasê xwe de Tirkiye veguheriye goristana zarokên kuştî û wiha domand: “Di dozên derbarê zarok û sivîlan de bi tu awayî bûyer nayê ronîkirin û ji bilî darizandinek sivik tiştek pêk nayê. Kujerên zarokan bêceza tên hiştin. Heta ku li Tirkiyê demokratîkbûnek rastî pêk neyê dê ev yek wisa dewam bike. Polîs û eskerên kujer ji aliyê dewletê ve tên parastin. Dewlet ji bo bersûc ceza negirin dikeve nava hewldanan. Çimkî naxwaze ku sûcdar derkeve. Bi vê polîtîkaya bêcezakirinê re dewlet xwe hildide bin parastinê. Dewlet bi vê yekê re nasekine û hemû bîr û bîranên ji bo Ûgûr paqij dike. Dewlet dixwaze bîra me paqij bike.”    MA / Omer Akin