MED-DER qursên soranî dide dest pê kirin 2019-11-21 10:15:23 AMED - Hevseroka MED-DER’ê Mîne Karakaş têkildarî kursên didin diyar kir ku ji xeynî kurmancî dê qursên soranî jî didin dest pê kirin. Karakaş, bang kir ku gel serî li kursên wan bidin û bi zimanê xwe bixwînin, biaxivin û binivisînin. Hevseroka Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Mîne Karakaş, derbarê qursên ku li komeleya xwe didin de axivî û diyar kir ku ji meha îlonê ve dest bi ders dayîna kurmancî kirine û wiha got: “Ev sê meh in dersên me dest pê kirine. Niha 14 polên me hene. Di her poleke me de herî kêm 15 xwendekar hene carna dibin 20-25 kes jî. Astên qursên me yên kurmancî ji destpêkê heta asta mamostetiyê hene û didomin.”   ‘QURSA ZAZAKÎ ROJA ŞEMIYÊ DEST PÊ DIKE’   Karakaş, da zanîn ku wê bi zaravaya soranî jî qursa vekin û têkildarî qursên wan ên zazakî û soranî wiha axivî: “Em ê roja şemiyê û yekşemê asta destpêkê ya zazakî vekin. Asta sêyemîn jî niha vekiriye. Ji xeynî wê jî em ê asta destpêkê û yekemîn ên soranî jî bidin destpekirin.” Karakaş, destnîşan kir ku ji bo qursên zazakî serlêdan kêm in û wiha berdewam kir: “Em ji gelê me yê zaza û kurmanc dixwazin ku eleqeyê nîşanî zaravaya me yê zazakî bidin. Em di nava salê de poleke zazakî vedikin ew jî mixabin 15 xwendekar hene.” Karakaş, diyar kir ku ji bo qursa zaravayê soranî jî heta niha 15 kesan serlêdan kiriye û eleqeyeke baş tê nîşandan.   ‘14 MAMOSTE 280 XWENDEKAR HENE’   Karakaş, anî ziman ku niha 14 mamosteyên wan ders didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “8 mamoste jî pola mamostetiyê de ne. Qursiyerên ku heta niha serî lê dayî û ders dibînin jî hejmara wan 280 ye. Ji ber ku hevalên biyanî jî eleqeyê nîşanî qursên me didin qursan hinekê dirêj dikin. Qursa destpêkê 4 meh, asta yekemîn, duyemîn û sêyemîn sê meh û asta mamostetiyêjî neh meh didomin. Ji bo her astê jî em sertîfîka didin.”   ‘HEJMAREKE PIR KÊM DIAXIVIN, DINIVÎSIN Û DIXWÎNIN’   Karakaş, bal kişand ser lêkolîna kurdî ya ku ji aliyê Navênda Lêkolînê ya Rawestê ve hatibû kirin û wiha got: “Di lêkolînê de ji sedê 18 kesên ku diaxivin, dinivîsin û dixwîninin hene. Mixabin ev hejmareke pir pir kêm e. Armanca me jî ew e ku em vê axaftin, nivîsîn û xwendinê hînî xwendekarên xwe bikin.”   ‘ZIMANÊ ME BI PIŞAFTINEKE PIR DIJWAR RE RÛ BI RÛ YE’   Karakaş, qala pişaftina ser zimanê kurdî jî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî “Zimanê me bi pişaftineke pir dijwar re rû bi rû ye. Divê gelê me vê xetereyê bibîne. Ji ber ku gelek bi zimanê xwe heye û bi zimanê xwe tê nasîn. Zimanê me nasname û hebûna me ye. Em di vê hişmendiyê de bin û li gor vê tevbigerin. Divê serî li qursên me bê dayîn. Em bang li gelê xwe dikin ku bi zimanê xwe bixwînin, biaxivin û binivîsin."