Çima êrîş li ser rêya M4 zêde dibin? 2019-11-21 09:58:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê, piştî dest bi êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, yek ji hedefa wê Rêya M4 e. Ji roja destpêkê heta niha êrîş didomin. Ji ber ku rêyek bazirganî ya dîrokî ye û gelek bajarên ku Tirikye dixwaze bi sînorê Mîsakî Mîllî ve girê bide bi hevre girê dide Tirkiye dixwaze vê rêyê têxe kontrola xwe.    Tirkiye di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrişan kir. Li gel peymanên di navbera DYA, Rûsya û Tirkiyeyê de êrîş didomin. Ji 22'ê Cotmehê heta niha êrîş herî zêde li ser Rêya M4 zêde bûne. Niha hemû êrîş li ser vê rêyê zêde bûne. Ji serdemên ewil ên dîrokê heta niha 2 rêyên bazirganiyê yên ji Rojhilat ber bi Rojava ve bûn xwedî girîngî. Yek jê Rêya Hevrêşîmê bû. Ya din jî Rêya Baharatê ye. Karwanên Hevrîşîm yên ji Çînê derdiketin rê, di ser Iraq û Kurdistana Bakur re derbasî Rojava dibûn. Rêya duyemîn jî Karwanên ji Hindistanê derdiketin rê, di ser Iraq û Sûriyeyê re derbasî Derya Spî dibûn. Îro di navenda şerê sêyemîn ê cîhanê de ev du rê hene. Dixwazin van 2 rêyên bazirganiyê bi dest bixin. Tirkiyeyê ji destpêka Şoreşa Rojava de bi israr got: “Em destûr nadin koridora Kurd bê avakirin". Bi kurdasî gotin 'Em dê Kurdan û gelên li vê herêmê ji vê axa warê dîrokî derxin.' Pirsa di êrîşên sereke yên Tirkiyeyê de çima armanca sereke rêya olan M4'an girîng e' di dîroka rê û xeta têde derbas dibe de veşarî ye.    Rêya M4 a Navneteweyî di sala 1950’an de hat avakirin. Di salên 1980’an de Suriye, Iraq û Tirkiye bi peravên Derya Spî ve girê da. Bû pira aboriyê. Rêya M4'an, ji Sînorêi Iraqê, Til Koçer-Yarubiya dest pê dike. Di bajarê Qhamışlo re derbas dibe. Di ser Hesekê, Derazor û Til Temirê re derbas dibe. Ji Til Temirê derbasî Eyn Îsa, Minbic û Halepê dibe. Dîsa ji Helebê derbasî Îdlib û Serakipê dibe. Bi rêya M5 ya Navneteweyî re dibe yek.    ŞERÊ LI SER RÊYA M4'AN BI DIJWARÎ DIDOME   Rêya M4 a di ser Serakipê re derbasî Lazkiye ye -Derya Spî (Akdeniz) dibe, di heman demê de bi Rêya M5 a ji Hama derbasî Şam, Beyrut û Ammanyê dibe jî navendê ava dike. Beşek girîng ji sala 2015’an heta niha di kontrola QSD’ê de ye. Di navbera DYA-Rusya û Rejîma Suriyeyê de bû xeta sînor. Bi mutabakata 30 kîlometre ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de Tirkiye bi rêya komên çekdar dixwase li ser vê rêyê serweriyê pêş bixe. Piştî mutabakatê, li ser  Rêya M4, di navbera komên çekdar ku Tirkiye piştgiriyê didê û QSD'ê de pevçûn dijwar bûne. Pevçûn li Herêma Firat, li ser xeta Girê Spî û Ayn İsa, zêde bûne. Li Herêma Cizirê jî li ser xeta Til Temirê zêde bûne.    Li ser xeta Ayn Îsa-Girê Spî komên çekdar ên wekî DAIŞ- OSO êrîşên xwe li ser gundên Dibis, Şergirak, Erîşa, Hoşan zêde kirine. Li ser xeta Til Temirê jî êrîşên xwe li ser gundên Rihaniyê, Reşidiyê, Til Tewîl, Azizîyê, Qasimiyê, Dirbo, Kinehir, Um El Kêfê zêde kirine.    Tirkiye ya dixwase li ser Rêya M4'an serweriyê peş bixe, armanc dike ku Neo Osmanli ji nûve zîndî bike. Hikûmeta AKP'ê bi navê SMO, komên El Nusra/DAÎŞ'ê li hev kom kiriye. Bi êrîşên OSO  armanc dike ku Rêya dîrokî ya M4'an dagir bike û Halebê dagir bike. Dixwaze bi vê yekê xwe bigîne Xeta Rakka-Derazorê û li vir çeteyên nû bi rêxistin bike. Serokomarê Tirkiye Erdogan ê ku xeyalên Neo Osmanî ava dike, dixwaze axa Haleb, Musûl û Kerkûkê ku di nava sînorê Misak-ı Milli de dibîne, dixwaze ji nûve bi axa xwe ve girê bide.