Di 56 saliya xwe de xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî 2019-11-21 09:05:32 AMED – Payîz Tûrsûn ku bi derfetên xwe hînî xwendin û nivîsandibû, di 52 saliya xwe de çû zanîngehê û bi navê "Payîza emrê min, bihara dilê min" pirtûkek amade kir. Tûrsûn, ji bo pirtûka xwe got: "Xeyala min a zarokatî û ciwantiyê."  Payîz Tûrsûn a 56 salî, bi derfetên xwe hînî xwendin û nivîsandibû, di 52 saliya xwe de li zanîngehê bi cih bû û çîrok û xebroşkên di zarokatiya xwe de ji dê û bavên xwe guhdarî kiribû dan ser hev û paşê bi navê "Payiza emrê min, bihara dilê min" di pirtûkekê de bi cih kirin û çap kir.    Tûrsûn, ji bo xeyalên xwe pêk bîne bêyî biçe dibistannê bi derfetên xwe hînî xwendin û nivîsandinê dibe. Di 30 saliya xwe de ji derve dibistana navîn kuta dike û di 53 saliya xwe de jî zanîngehê kuta dike.    Tûrsûn, ji gundê Xincis ê Licê ya Amedê ye. Ji ber meraqa xwe ya ji bo xwendinê, bi derfetên xwe alfabeyê hîn dibe. Gundê Tûrsûn a ku di 19 saliya xwe de zewciye, di sala 1993'yan de gundê wê tê şewitandin. Ji ber vê ji neçarî tê Amedê û tevî zarokên xwe yên di çaxê dibistanê de xwendin û nivîsandinê hîn dibe. Dîplomaya xwe ya ewil di 30 saliya xwe de werdigire.    DI 52 SALIYA XWE DE ÇÛ ZANÎNGEHÊ    Tûrsûn, got: "Tenê armancek min hebû ku bi zimanê xwe çîrok û xebroşkên dê û bavê min di zarokatiya min de ji min re gotin bikim pirtûk. Piştî dibistana navîn, min dest bi lîseyê kir. Paşê jî ji bo zanîngehê xebitîm. Gava zarokên min ji bo zanîngehê dixebitîn, min pirtûkên wan digirt, jê dbir û ji nû ve pirsên wan çê dikirin. An jî pirsên ku wan nikaribû çê bike min çê dikirin. Di sala 2015'an de li Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Anadolûyê ya Eskîşehîrê bi cih bûm."    Tûrsûn, diyar kir ku li dibistanê hin perwerdekaran ew texdîr dikirin, hin kesan jî digot, "hela li halê pewerdehiyê mêze", lê belê tu tiştî nikaribûye pêşî lê bigire û piştî dibistanê dest bi amadekariya pirtûka xwe kiriye.    XEYALA WÊ YA ZAROKATIYÊ    Tûrsûn, çîrok û xeberoşkên ku dê û bavê wê jê re gotine kirine pirtûk. Tûrsûn, diyar kir ku wê bi zimanekî helbestkî nivîsandiye û pirtûka wê "Payiza emrê min, bihara dilê min" di Gulana 2019'an de çap bûye û ji 46 rûpelan pêk tê.    Tûrsûn, ji bo naveroka pirtûkê got: "Çîrok û xebroşk hene. Yanî min bûyerên komîk ên li navçeyê nivîsandin. Hin helbest jî ên min in. Êşên dayikeke kurê wê miriye û êşên kurekî dayika wî miriye hene. Ên ji herêma me dikarin zarokatiya xwe di vê pirtûkê de bibînin."    Her wiha Tûrsûn ji bo pêvajoya nivîsandina pirtûka xwe jî ev tişt gotin: "Zext û qedexeyên li ser zimanê kurdî didomin. Ji ber van zextan û ji ber ku jin im, pêvajoya nivîsandina pirtûkê hinekî zehmet bû. Zarokên min hene, tu jin î, feraseta li nav civakê, zext, kar û zarok. Mêvan tên, dawet çê dibin. Li gel ev qas kar û barî jî min piraniya wextê xwe ji bo xwendinê veqetand."    Tûrsûn, destnîşan kir ku car hebû hin kesan henekê xwe pê dikir, lê belê wê ew esas negirtine û niha ji bo pirtûka dudoyan dixebite. Tûrsûn, got: "Li gor zarokên xwe bisiûdtir im. Di zarokatiya min de televîzyon tunebû. Me li çîrok û xebroşkan guhdarî dikir. Lê niha pirsgirêkên aborî TV û gelek tiştên din... Ne wextê me heye em vebêjin, ne jî wextê wan heye guhdarî bikin."    MA / Arjîn Dîlek Oncel