Nerazîbûna komeleyan a ji bo qeyûman: Mifte yekîtiya neteweyî ye 2019-11-21 09:04:59 STENBOL – Nûnerên komeleyan, diyar kirin ku tayînkirina qeyûman û geşedanên li Rojhilata Navîn bi hev ve girê dayîne û gotin: "Divê kurd li ser esasê yekîtiya neteweyî tifaqekê çê bikin. Wê yekîtiya kurdan ji bo hêzên dixwazin Rojhilata Navîn dîzayn bikin bibe bersiv. Pirsgirêkên me pir in, mifteya vê jî yekîtiya neteweyî ye."    Nerazîbûnên ji bo tayînkirina qeyûman didomin. Serokê Federasyona Komeleyên Rojhilat û Başûr Rojhilat (DGD) Abdulhekîm Daş, Serokê Federasyona Komeleyên Stenbol Amedê (AMED-FED) Mehmet Îhsan Çevîk û Endamê Desteya Rêvebir Ecevît Ceylan, Seroka Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Amedê (Diyar-Der) Zubeyde Caner û Serokê Koma Farqîniyan Halîs Ertaş, tayînkirina qeyûman nirxandin.    ‘XESPKIRINA VÎNA GEL E'    Serokê AMED-FED'ê Mehmet Îhsan Çevîk, anî ziman ku tayînkirina qeyûman xespkirina vîna gel e û li tu welatên demokratîk tiştekî wiha tuneye. Çevîk, got: "Ev nayê qebûlkirin. Qeyûm, li ser vîna gel tehekumî ye. Fikrê min ê şexsî ye, ez bim ez ê bi temamî îstifa bikim."    ‘DARBEYA LI HEMBERÎ GELAN'    Seroka Diyar-Derê Zubeyde Caner jî, got: "Tayînkirina qeyûman tenê ne li hemberî gelê kurd, derbeya li hemberî hemû gela ye. Tayînkirina qeyûman demokrasiya Tirkiyeyê eleqedar dike. Lê tenê kurd li hemberî vê radibin. Bi hezaran mirovên me tên binçavkirin û girtin. Ev nayê qebûlkirin. A tê kirin bêwijdanî ye."    Serokê Komeleya Faarqîniyan Halîs Ertaş jî, anî ziman ku ji zûv de li Tirkiyeyê pêkanînên antî-demokratîk hene û got, bi tayînkirina qeyûman armanc destkeftiyên kurda ne. Ertaş, got: "Dixwazin destkeftiyên kurdan terorîze bikin. Dibêjin li Tirkiyeyê demokrasî heye, lê tenê ji bo wan heye. Ji xwe niha Tirkiye bi rêveberiyeke demokrasiyê nayê birêvebirin. Lê belê ev gel tu carî li ber van pêkanînên antî demokratîk çok daneniye û wê daneyne jî."    Endamê Desteya Rêvebir a AMED-FED'ê Ecevît Ceylan jî, anî ziman ku li Tirkiyeyê îktîdara tirsê heye û ji ber vê kes nikare bi awayekî azad xwe îfade bike. Ceylan, diyar kir ku zext û zorî li ser tevahiya civakê ye û nerazîbûna xwe ya ji bo tayînkirina qeyûman nîşan da.    Serokê DGD'ê Abdulhekîm Daş jî destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman konsepteke hevpar a îtifaka AKP-MHP'ê ye û got: "Divê li hemberî tayînkirina qeyûman em bifikirin gelo em ê karibin çi bikin. Ji bo daxuyaniyekê jî destûr nayê dayîn. Loma pêdivî bi formulên nû heye. Gava ev zext li Kurdistanê pêk tên deng ji kesî nayê, tenê bi devkî tînin ziman. Partiya muxalefeta sereke bûye lastîka yêdek a îktîdarê. Bertekeke berbiçav nîşan neda."    ‘MIFTE YEKÎTIYA NETEWEYÎ YE'    Daş, diyar kir ku tayînkirina qeyûman û geşedanên li Rojhilata Navîn bi hev ve girê dayîne û got: "Loma divê li her çar perçeyên Kurdistanê li ser asasê yekîtiyeke neteweyî pêk bê. Wê bi vê yekîtiyê moralê kurdan baş bibe. Wê yekîtiya kurdan ji bo hêzên dixwazin Rojhilata Navîn dîzayn bikin bibe bersiv. Heger pêk neyê wê firsenda sedsalê ji dest kurdan biçe. Webala wê, dê di stuyê me teva de be. Em ê sedsalî winda bikin. Pirsgirêkên me pir in, mifteya vê jî yekîtiya neteweyî ye."