Kaplan: Divê baweriya kurdan bi hêza wan a cewherî hebe û yekîtiyê pêk bînin 2019-11-21 09:04:03 STENBOL - Parlementerê berê yê HDP'ê Hasîp Kaplan, ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, "dagirkerî" ye û got, divê baweriya kurdan bi hêza wan a cewherî hebe û yekîtiyê pêk bînin. Parlementerê berê yê HDP'ê Hasîp kaplan, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mijara yekîtiya neteweyî ya kurd û polîtîkaya AKP'ê ya derbarê kurdan de ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand.    Kaplan, anî ziman ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne "operasyon" e, wekî "operasyon" bilêvkirin wê bibe cihê şaşiyeke siyasî, hiqûqî û dîrokî. Kaplan, destnîşan kir ku tevgereke bi hezaran wesayîtên zirxî, tanq, top, esker û bi sedan balafirî, "dagirkerî" ye.    Kaplan, got: "Beriya her tiştî devera êrîş lê tên kirin û tê dagirkirin, herêma Rojava ya Kurdistanê ye. Êrîş li ser herêma kurda ye. Zêdetirî 400 hezar mirov koçber bûne. Li hemberî sivîlan sûcên şerî tê kirin. Li gorî rejîma Sûriyeyê, li gorî kurdan, li gorî gelên li Rojavayê û li gorî gelek dewletan a tê kirin 'şer û dagirkerî' ye. Bi vî awayî dixwazin demografiya Rojavayê biguherînin û di bin navê 'herêma ewle' de çeteyan bi cih bikin."    ‘ARMANC ASTENGKIRINA AZADIYA KURDA YE'    Kaplan, destnîşan kir ku partiyên muxalefetê di serî de destek dane êrîşên ku tifaqa AKP-MHP'ê dane destpêkirin û got, îktîdar bi bahaneyên wekî "em ê penaberan bi cih bikin", "em li dijî terorê" ne dixwaze meşrûiyetekê li dagiriyê bar bike.    Kaplan, got: "Armanca sereke astengkriina mafê self determînasyon, mafê statu û azadiya gelê kurd û gelên din." Erdogan, ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dibêje 'terorîst', lê radibe bi çeteyên ku wekî cîhadîst tên pênasekirin tev digere. Lê belê hêzên li hemberî vana şer dikin kesên ku doza mafên referandûma Başûrê Kurdistanê û li Rojhilatê doza mafê xwe dikin bi xwe ne, şervanên azadiyê ne."    ‘FERASETA FETIHPARÊZ XEYAL E'    Her wiha bertekên biçûk ên NY û dewletên Ewropayê yên ji bo êrîşên Tirkiyeyê jî rexne kir. Kaplan, got: "Kurd di rojeva cîhanê de ne, lê ji bo mafê wan ê self determînasyonê xwe li nedîtinê datînin. Li Cinêwê, di hevdîtinên ji bo qanûna bingehîn de kurd tên vederkirin. Bazariya ji bo fuzeyên S-400'î, balafirên şer F-35 û petrol didome. Bi belgeyan tê aşkerekirin ku çeteyên OSO/SMO û DAIŞ sûcên şerî dikin. Ev sûc di heman demê de sûcên kesên bi vana re tevdigerin bi xwe ye jî. Di roja îroyîn de çavberdana xaka devereke din, feraseta fetihparêzî xeyal e. Di raya giştî ya Tirkiyeyê de dengên li hemberî şer bilind dibin. Ev wisa dewam nake. Her wiha bertek û nerazîbûnên gel ên ji bo dewriyeyên li ser sînor jî zêde dibin. Cîhan hemû van bertekan dibîne. Li gelek welatan çalakiyên şermezarkirinê çê dibin. Helbet li hemberî vî şerî rûdana parastineke rewa pir girîng e."    Kaplan, destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn herî zêde kurd li Tirkiyeyê dijîn û got, îktîdara ku tim dibêje 'birayên min ê kurd', ji hêleke din ve jî qeyûman tayînî şaredariyên HDP'î dike û hevşaredaran digire. Kaplan, destnîşan kir ku îktîdar bi vê polîtîkaya xwe mafê bijartin û hilbijartinê xesp dike û bi xirûra gelê kurd dilîze.     Kaplan, got: "AKP, ji bo avaniya federatîf a li Herêma Kurdistanê gotibû, 'xeta me ya sor' e. Paşê ev xet guherîn. Ê bi awayekî dijminane êrîşî referandûma kurda ya ji bo serxwebûnê kir AKP bû. Li gor wan kurdên doza azadiyê û statuyê bikin hemû 'terorîst' in." Kaplan, bi vî awayî bal kişand ser yekîtiya neteweyî û ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî îşaret bi xebatên siyasî û dîplomatîk kir.    Kaplan, got: "Em dibînin ku di vê serdemê de xebatên ji bo yekîtiya neteweyî zêde dibin. Ev ji bo gelê kurd pir girîng e. Divê ji bo yekîtiyê demildest xebatên ji bo konferans û kongreyê pêk bên."    ‘DEM DEMA XURTKIRINA PIŞTEVANIYÊ YE'    Kaplan, diyar kir ku mafê welatîbûna wekhev, mafê ziman, çand û nasnameyî yê gelê kurd nayên qebûlkirin, loma di vî warî de divê yekîtiya kurd pêk bê û kurd bi hêza xwe ya cewherî bawer bikin û got: "Li dijî rejîma otorîter, li hundir ji bo aştî, edalet, wekhevî û li derve jî bi hêzên demokrasiyê re dem dema xurtkirina piştevaniyê û yekîtiyê ye."    MA/ Ferhat Çelîk