Di 12 mehan de 62 zarok bûn qurbana cînayeta kar 2019-11-21 09:03:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 12 mehên dawî de Hezar û 557 karker bûn qurbana qezayên kar. Ji van karkeran 62 karkerên zarok bûn qurbana cinayetên kar. Ji sedî 98 karkeran û ji sedî 100'e zarokên karker bê sîgorta û ji mafên xwe yên zagonî û sendikayî dûr bûn.   Li gorî daneyên Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran, di nava salekê ango 12 mehên dawî de li Tirkiyeyê Hezar û 557 karker bûn qurbana cînayetên kar. Li gorî daneyan ji van karkeran jê 62 karker zaror bûn û piranî temenê wan kêmî 14 salî bûn. Li gorî raporan ji sedî 98'ê karkeran bê sendîkayî bûn. Zarokên karker ên ji yana xwe ji dest dan jî tevahî bê sîgorta û bi qaçaxî kar dikirin.    Meh bi meh daneyên raporê wiha ne:    DI KANÛNA 2019'AN DE 2 ZAROK BÛN QURBANA KAR    Di Cotmehê de 155 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Ji 155 karkeren di Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan 2 jê zarok û 8 karker koçber bûn. 3 jê ji Sûriye, 2 jê ji Rûsya, 1 jê ji Afganistan, 1 Ozbekistan û  1 jê ji îranê bû. Di 10 mehan de 99 karkerên koçber jiyana xwe ji dest dan.    DI ÎLONA 2019'AN DE 6 ZAROK BÛN QURBANA KAR    Di Îlonê de 145 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Ji 145 karkeran jê 6 zarok bûn. 3 sendîkavan û 142 karker bê sendîkayî bûn. Ji 145 karkerên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan 11 ji wan jin bûn.    DI TEBAXA 2019'AN DE 14 ZAROK BÛN QURBANA KAR    Di Tebaxê de herî kêm 148 karker bûn qurbana kar. Ji vana 14 jê zarok 12 jê jin û 11 karker jî koçber bûn. Karkerên penaber 9 jê ji Sûriyeyê, 1 jê ji Polonya û 1 jê ji Ukraynayê bû. Ji karkeran tenê 2 kes sendîkayî bûn û 146 karker jî bê sendîkayî û ji hemû mafên xwe bêpar bûn.    DI DÎRMEHA 2019'AN DE 6 ZAROK BÛN QURBANÊ KAR     Di Tîrmehê de 163 karker bûn qurbana cînayetên kar. Ji van karkeran jê 6 zarok, 10 jin û 6 karker koçer bûn. Ji karkerên penaber 2 jê ji Sûriye, 2 jê ji Turkmenistan,  1 Îtalya û 1 jî ji Gurcistanê bû. Tenê karkerek sendîkayî bû, Yên din tev ji mafê xwe bêpar bûn.    DI HEZÎRANA 2019'AN DE 6 ZAROK BÛN QURBANA KAR   Di Hezîranê de 124  karker bûn qurbana cînayetên kar. Ji van zarokan 6 jê zarok, 17 jê jin, û 13 karker jî koçber bûn. Ji penaberan jê 6 ji Sûriye, 5 ji Afganistan, 1 ji Îran û 1 jî ji Ozbekistanê bû. Tenê karkerek sendîkayî bû.    DI GULANA 2019'AN DE 9 ZAROK BÛN QURBANA KAR   Di Gulanê de 163 karker bûn qurbana cînayetên kar. Ji 163 karkeran jê 9 zarok, 12 jê jin, 6 karker jî koçber bûn. Ji karkerên penaber 3 ji Sûriyeyê, 2 ji Afganistan û 1 ji Kolombiyayê bû. Ji 163 karkeran tenê 5 karker sendîkayî bûn.    DI NÎSANA 2019'AN DE 2 ZAROK BÛN QURBANA KAR   Di meha Nisanê de 145 karker bûn qurmana cînayetên kar. Ji 145 karkeran 2 jê zarok, 7 jê jin û 10 karker jî koçer bûn. Ji 10 karkerên penaber 5 jê ji Sûriyeyê, 2 ji Afganistan, 1 ji Çek, 1 ji Gurcistan û 1 jî ji Ozbekistanê bû. Ji 145 karkeran tenê 2 karker sendîkayî û bi sîgorta bûn.    DI ADARA 2019'AN DE 5 ZAROK BÛN QURBANA KAR    Di Adarê de 108 karker bûn qurbana cînayetên kar. Ji 108 karkeran jê 5 zarok, 4 jin û 11 karker jî koçber bûn. Ji 11 karkerên penaber 7 jê ji Afganistanê, 2 ji Suriye û 2 jî ji Turkmenistanê bûn. Ji 108 karkeran tenê karkerek sîgortayî bû.    DI SIBATA 2019'AN DE 1 ZAROK BÛ QURBANÊ KAR   Di sibatê de 125 karker bûn qurbana cînayetên kar. Ji van karkeran 1 jê zarok, 9 jê jin û 3 karker jî koçber bûn. Ji 3 karkerên penaber jî 2 jê ji Afganistanê û 1 jî ji Suriyeyê bû. Ji 125 karkeran tenê 2 karker sendîkayî bûn.      DI ÇILEYA 2019'AN DE 10 ZAROK BÛN QURBANA KAR    Di meha çileya 2019'an de 155 karker bûn qurbana cînayetên kar. Ji 155 karkeran jê 10 zarok, 11 jin û 19 karker jî koçber bûn. Tenê 3 karker sendîkayî bûn.      DI KANÛNA 2018'AN DE 1 ZAROK BÛ QURBANA KAR   Di Kanûna 2018'an de 126 karker bûn qurbana cînayetên kar. Ji 126 karken 1 jê zarok, 14 jin û 4 karker penaber bûn. Ji 4 karkerên koçber 1 jê ji Suriye, 1 jê ji Afganistan, 1 jê ji Romanya û 1 jê ji Gürcistanê bû. Tenê 5 karker sendîkayî bûn.    DI MIJDARA 2018'AN DE 4 ZAROK BÛN QURBANA KAR, DI 10 MEHÊN 2018'AN DE 66 ZAROK BÛN QURBANA KAR   Di meha mijdarê de 154 karker bûm qurbana cînayetên kar. Ji van karkeran 4 jê zarok, 13 jin û 2 karker koçber bûn. Di 10 mehên ewil ên 2018'an de 66 zarokan jiyana xwe ji dest dan.  Ji 2 koçberan jî 1 jê ji Suriye û 1 jî ji Nijeryayê bû. Di 10 mehên ewil ên 2018'an de 104 karkerên koçber bûn qurbana kar. Ji 154 karkeran tenê 5 karker sendikayî bûn.    MA - Mehmet Alî Ertaş