Wê jinên TGS'yî di 25'ê Mijdarê de bibêjin 'Em jî Hene' 2019-11-21 09:02:47 STENBOL – Wê Komîsyona LGBTÎ Jin a TGS'ê jî di 25'ê Mijdarê de bi dirûşmeya "em jî hene" dakeve qadan. Endama komîsyonê Gulfem Karataş, bal kişand ser pirsgirêkên ku rojnamevanên jin bi wan re rû bi rû dimînin û gazî jinan hemûyan kir ku dakevin qadan.  Li Tirkiyeyê hema bêje her roj jin bi şidet, taciz, tecawizê re rû bi rû dimînin û tên kuştin. Her wiha şideta li ser jinê, di çapemeniyê de jî bi problem e. Zimanê nêrza, nêrîna li jinê ya çapemeniyê careke din jinê mexdûr dike û rê li ber şidetê vedike. Ji ber van sedeman wê Komîsyona LGBTÎ Jin a Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) jî di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şideta Li Dijş Jinê, tev li meşa şevê ya li Taksîma Stenbolê bibe. Wê endamên komîsyonê bi dirûşmeya "Em jî hene" tev li meşê bibin.    Endama komîsyonê Gulfem Karataş, bal kişand ser xebatên komîsyonê.    Karataş, anî ziman ku di 3 salan de gelek xebat kirine û bi van xebatan di warê hiqûqî de alîkariya jinan kirine û got: "Em bi awayekî di warê hiqûqî de alîkariya jinan dikin. An jî em piştevaniya wan dikin. Lê em ji bo başkirina derûniya xwe tiştekî nakin. Di destpêka sala 2019'an de em tevî derûnasan çûn kargehan. Em û rojnamevanên jin li hev kom bûn. Tevî derûnas me ev tişt pirsîn. Em tesîreke çawa ji van bûyeran digirin. Paşê ev di jiyana me de çawa bi cih dibe. Ev bû sedema xalên pir krîtîk. Çimkî jin ji bo xwe, ji bo parastina xwe pir tiştekî nakin. Em şideta heyî dikin tiştekî asayî. Bi vê re hincirînek çê dibe."    Karataş, bal kişand ser kuştina Emîne Bûlûtê ku di 18'ê Tebaxê de li Kirikkaleyê hat kuştin û got, di vê bûyerê de rojnamevan bal nekişandine ser rojnamevaniyeke etîk û got: "Belê em 3K3Ç'ya nûçeyê. Ev ji bo rojnamevan bivê nevê ye. Lê belê gava em dibêjin etîk, em binî wê danagirin. Em bi dîmenan, bi wêneyan, bi zimanê nûçeyê dikin. Nexasim rojnamevan çi difikire, vê yekê rasterast wekî fikra xwe radigihîne, fikra xwe ya nêrza bi raya giştî re parve dike û ev jî dibe berbelaviya vê bilêvkirinê."    ‘SENDÎKA MECBÛR E ENDAMÊN XWE BI PÊŞ BIXE'    Karataş, destnîşan kir ku carinan rêxistinên jinan ji bo vê yekê xebatina dikin û got: "Lê muxataba wê ya sereke sendîka ye. Berî her tiştî sendîka mecbûr in endamên xwe rast bikin û bi pêşve bixin. Divê biguherîne ku sektor veguhere. Me rojnamevanên jin li ser 'nehesibandin û hîpotezan' brşurek amade kir ku divê naveroka nûçeyan çawa be, çawa bên çêkirin. Rojnamevan ji ber hin tiştên hatine serê wan, gava nûçeyan çê dikin bi hin hîpotezan tev digerin. Vê yekê wekî tiştekî pir asayî be tîne ziman. Mesela, di nûçeyeke qezaya trafîkê de, heger ajovan zilam be, em nabêjin ajovanê zilam. Lê gava jin be, bi taybetî em dibêjin 'ajovana jin.'"   “Ayrımcılığa, ötekileştirilmeye maruz kalan kesimlerin bu ayrımcılığa maruz kalmaması için dilimizin öncelikle değişmesi gerektiğine inanıyoruz” diyen Karataş, “Bunu sadece kadın ve LGBTİ’ler için değil. Asıl erkekler için oluşturmanız gerektiğine inanıyoruz. Tüm iş yerlerinde, medya kuruluşlarında bu broşürü dağıtacağız. Buna ilişkin hazırladığımız kısa videoyu da 25 Kasım öncesi yayınlayacağız. Bunun üzerinden çalışmalarımız devam edecek” diye konuştu.   Karataş, destnîşan kir ku divê rojnamevan ji bo parastina mafê kesên neheqî li wan tê kirin nûçeyan çê bikin û got: "Di vê rewşê de rojnamevaniya etîk derdikeve pêş. Wê paşê zimanê nûçeyên wan jî biguhere. Hem jî wê ferqek wê hebe."    ‘EM Ê BAL BIKIŞÎNIN SER PIRSGIRÊKÊN ROJNAMEVANAN'    Karataş, ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şideta Li Dijî Jinê û got: "Tiştên tên serê rojnamevanên jin ji yên tên serê jinên din ne cuda ne. Em perçeyeke heman civakê ne. Em bi heman bîrbiriyên zayendî yên civakiyî re rû bi rû dimînin. Em bi heman şidetê re rû bi rû dimînin. Fikra; rojnamevanên jin perwerdekirî ne û xwedî kapasîteyeke ku dikarin mafên xwe biparêzin. Halbûkî heman bîrbiriya civakiyî li ser me jî bi heman awayî pêk tê. Gava em li cihê kar an jî di jiyana xwe ya taybet de bi şidetê re rû bi rû dimînin, bilêvkirina wê zehmetir e. Ji ber ku em wekî kesên perwerdekirî tên dîtin, tu dibê qey em qet bi şidetê re rû bi rû namînin. Ev jî dibe sedema ku jin careke din bi şidetê re rû bi rû dimînin û dibe sedema ku em vê şidetê bilêv nakin. Em di 25'ê Mijdara borî de jî li qadan bûn. Em ê di 25'ê Mijdara îsal de jî dakevin kuçeyan. Em ê tev li meşa hevpar bibin. Ji bo em bal bikişînin ser pirsgirêkên rojnamevanên jin em ê bi dowîzên xwe yên taybet tev lê bibin."    Karataş, anî ziman ku ew ê bi dirûşmeya "Em jî hene" tev li meşê bibin û gazî jinan kir ku dakevin qadan.