Wê 70 nûnerên partî û rêxistinên kurdan ji bo 'yekîtiya neteweyî' li hev kom bibin 2019-11-21 09:02:05 AMED – Wê nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên kurd, ji bo "Yekîtiya Neteweyî" biçin Kurdistana Federe. Parlementerê HDP'ê Îmam Taşçier, got: "Her kes ji bo yekîtiya neteweyî dibêje, 'belê û şert e.' Lê belê ji bo ev yek veguhere organîzasyonekê, pêdiviya me bi demê heye."  Piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, careke din mijara yekîtiya neteweyî ket rojeva kurdan. Herî dawî di vî warî de gava herî berbiçav di sala 2013'an de hatibû avêtin. Wê demê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo Kongreya Yekîtiya Neteweyî bang li Serokê Herêma Kurdistana Federe yê berê Mesûd Barzanî û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî kiribû. Piştî vê ji her 4 perçeyan nûnerên partî ûr êxistinên kurda ewilî li Hewlêrê li hev kom bûbûn. Piştî civînê ji bo avakirina Komîteya Amadekar a Kongreyê ku ji 21 kesan pêk dihat,biryarek hat girtin. Kesên di komîteyê de cih girtin di warê perwerdehî, çand, çapemenî, wêje, aborî, hiqûq û hwd. de xebatin kiribûn. Piştî xebatên 4 mehan, xebatên ji bo yekîtiya neteweyî hem di raya kurdan hem jî di raya cîhanê de hatibûn nîqaşkirin.    Yek ji endamên Komîteya Amadekar a Kongreyê ya wê demê Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier bû. Taşçier, pêknehatina kongreyê û xebatên ji bo yekîtiyê nirxandin.    ‘DI WARÊ HEJMARA DELEGEYAN DE TU NELIHEVKIRINEK ÇÊ NEBÛBÛ'    Taşçier, diyar kir ku hejmara delegeyên dê tev li kongreyê bibûna di navbera partiyên kurd de hatibû nîqşkirin, lê belê ji ber hin kesan di hejmara delegeyan de israr kiriye kongre pêk nehatiye û got: "Di warê hejmara delegeyan de tu nelihevkirinek tune bû. Mijara delegeyan di asteke nîqaşê de ma. Mijara, divê biryarên tên girtin bi yekdengî be hat nîqaşkirin. Gava ev pêk bê wê kongre ne di bin serweriya partiyekê tenê de be. Di mijara delegeyan de gumanek hebû; wê ji Bakur û Başûrê Kurdistanê, ji Rojava û Rojhilatê Kurdistanê çend delege hebin. Ev hatin nîqaşkirin. Lê em li van deran neketin nav van nîqaşan. Nîqaşa me ya li wir ev bû; divê temsîliyeta her çar perçeyan hebe, lê ev dibe li gor nifûsê, li gorî aktîvîteya wê rojê be. Ev jî di asta nîqaşê de ma. Ji bo hejmara delegeyan hat gotin bira 600 kes bin. Wê ev hejmar di navbera kurdên li he rçar perçeyan û yên diasporayê de bihatana parvekirin."    'PÊK NEHAT'   Taşçier, anî ziman ku beriya kongreyê nîqaşa ji bo serokatiyê jî çê bûbû û hatibû nîqaşkirin ku divê serokê berê yê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî be. Taşçier, destnîşan kir ku her wiha mijara ku divê kurd di nav hev de pev neçin jî hatibû nîqaşkirin û diviya pevçûnên bi vî rengî bihatana qedexekirin. Taşçier, anî ziman ku wê kongre bibûna cihê çareserkirina pirsgirêkên kurda û got: "Pirsgirêkên kurdan hemû hatin nîqaşkirin. Ev jî hemû di asta nîqaşkirinê de man. Wê biryarên hatibûn girtin di kongreyê de bi dengdayînê bi dawî bibûna. Lê belê, kongre pêk nehat."    ‘HAT SEKINANDIN'    Taşçier, destnîşan kir ku kongre ji ber mudaxileyên Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê û hêzên emperyal pêk nehatiye û got: "Wê gavê êrîşên DAIŞ'ê nû nû dest pê kiribûn. Rewşa Rojhilata Navîn cuda bû. Hem êrîşên DAIŞ'ê, hem jî hesabên dewletên cîhanê yên li ser Rojhilata Navîn, pêşî li be rkongreyê girt. Ji ber van zextan xebatên ji bo Kongreya Yekîtiya Neteweyî yên Komîteya Amadekar hatin sekinandin."   ‘XEBATÊN ME DIDOMIN'    Taşçier, destnîşan kir ku xebatên Komîteya Amadekar xebatine demokratîk û rewa bûn û got: "Li pişt deriyan, tu tişt nediaht kirin. Bi aşkere dihatin kirin. Xebateke rewa û demokratîk a gelê kurd bû. Gava şert û merc neman hat taloqkirin." Taşçier, diyar kir ku şert û mercên niha ji bo Yekîtiya Neteweyî bêtir guncan in û got: "Ji wê rojê heta niha 6 sal derbas bûn. Xebatên me bi awayekî bênavber dewam kirin. Tu partiyeke kurd dev ji van xebatan berneda. Xebatên me yên ji bo yekîtiya neteweyî, ji bo kongreya neteweyî didomin."    Taşçier, anî ziman ku yekîtiya neteweyî tim û tim di rojeva kurdan deye û got, kurdan tu carî sînorên hatine xêzkirin qebûl nekiriye û ji bo yekîtiyê tim xebitîne. Taşçier, destnîşan kir ku heger yekîtî çê bibe wê hesreta bi salan bi dawî bibe. Her wiha Taşçier, bibîr xist ku Ocalan tim û tim ji bo yekîtiya kurdan xebitiye û got, Ocalan tim bin yekîtiyê destnîşan kiriye û ji xwe raya giştî jî bi vê dizane.    ‘WÊ 70 NÛNERÊN LI HEV KOM BIBIN'    Taşçier, destnîşan kir ku sala 2013'an ji bo yekîtiya neteweyî wexteke rast bû, lê belê rast nehatiye nirxandin û got: "Heger me wê çaxê kongre pêk bianiyana, wê niha qedera rojhilata Navîn cuda bûna. Wê îro DAIŞ'ê êrîşî kuran nekirana. Wê DAIŞ'ê sûd ji vê perçebûnê negirtana. Çima wê rojê ne îktîdar, lê êrîşî kurdan kirin? Divê em vê yekê ji xwe bipirsin."    Taşçier, diyar kir ku di nêz de çûne Herêma Kurdistana Feder û ji bo xebatên derbarê yekîtiya neteweyî de danûstendin kirine û got, wê di nêz de ji hemû perçeyan nêzî 70 nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên kurd ji bo yekîtiya neteweyî li Kurdistana Federe bênc em hev du.    Taşçier, destnîşan kir ku cîhan kurda nas dike û ev rewş kiriye ku astengiyên li pêş yekîtiya neteweyî bên rakirin û got: "Şert û mercên ji bo yekîtiya neteweyî pêk hatine."    Taşçier, got: "Her kes ji bo yekîtiya neteweyî dibêje, 'belê û şert e." Lê belê ji bo ev yek veguhere organîzasyonekê, pêdiviya me bi demê heye."    MA / Mehmet Şah Orûç