Hevşaredara Pirsûsê Çevîk girtin 2019-11-20 16:27:41 RIHA - Hevşaredara Pirsûsê Hatice Çevik, bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "Propaganda rêxistinê hat girtin.   Hevşaredara Navçeya Pirsûsê ya Rihayê Hatice Çevîk a di 15'ê Mijdarê de hat binçavkirin û qeyûm tayînî şûna wê kirin, 5 rojan li Midûriyeta Polîsan a Rihayê di bin çavan de hat girtin û îro sewqî edlîyê kirin. Çevîk, piştî hat binçavkirin Wezîrê Karên Hundir Qeymeqamê navçeya Pirsûsê Kenan Aktaş wekî qeyûm tayînî şûna wê kir. 2 caran der barê wê de rojên binçavkirinê hat dirêjkirin. Çevik, li midûriyeta polîsan, têkildarî dosyaya der barê wê de biryara veşartinê heye îfade neda polîsan. Çevîk îro sewqî edlîyê hat kirin. Dozger piştî îfadeya Çevîk girt, bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "Propaganda rêxistinê sewqî dadgehê kir û xwest bê girtin.    2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê bi heman îdîayan Çevîk girt û şand Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.