Endamên Grûp Yorûm hatin berdan 2019-11-20 16:08:46   STENBOL – Endamên Grûp Yorûm Hêlîn Bolek û Bahar Kurt ên 162 roj bûn di greva birçîbûnê de bûn ji doza jê dihatin darizandin tahliye bûn.    Danişîna doza endamên Grûp Yorûm Hêlîn Bolek û Bahar Kurt jî di nav de ku 5 kes bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” tên darizandin li Dadgeha Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Hêlîn Bolek, Yelîs Kiliç û Fîkret Akar anîn salona danişînê û Bahar Kurt û Dîlan Uludag jî bi rêya dîmen beşdarî danişînê bûn. Parêzer jî amade bûn.    Yên tên darizandin parastina xwe kirin û xwestin bên berdan. Parêzeran jî miwekîlên xwe parastin û xwestin miwekîlên wan bên berdan.    Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û biryara berdana her 5 kesan da. Danişînek din taloqî 12’ê sibata 2020’an hat kirin.    Bahar Kurt a li Girtîgeha Tîpa T a Burhaniye 162 roj û Hêlîn Bolek a li Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebzeyê jî 152 roj bûn ji bo mafên xwe di greva birçîbûnê de bûn.