Baydar: Divê HDP kozikên xwe terk neke 2019-11-20 16:00:26 ENQERE - Nivîskar û Rojnameger Oya Baydar di civîna HDP'ê ya li dijî tayînkirina qeyûman û nexşerêyê de axivî û xwest ku HDP kozikên xwe terk neke. Baydar wiha got: "Ez difikirim ku HDP qadê terk neke. Siyasetmedar Nesrîn Nas jî got: "Ji bo hevîbûnê, daketina qadan rîsk pêwist e."    Rêxistina HDP'e têkildarî tayînkirina qeyûman, zextên li ser hêza muxalif, rêxistinên civakû, tundiya li ser vîna gelê Kurd û ji bo nexşerêyê diyar bike li Enqereyê bi nûnerên partî û rêxistinên civakî re civîn li dar xist. Di civînê de Berdevkê HDK'ê Sedat Şenoglu, Hevserokê Giştî yê KCD'ê Berdan Ozturk, Serokê OSP'ê Sinan Çiftyürek, Nivîskar Oya Baydar û Siyasetmedar Nesrin Nas axaftin kirin. Di civînê de Berdevkê HDK'ê Sedat Şenoglu, diyar kir ku ew ê destûr nedin ku ev polîtîkayên tundiyê bi ser bikevin û wiha got: “Em destûr nadin vê yekê. Ev erka şoreşgerê bi rûmet û sinc e. Ger ku qeyûm darbe ye, em heta niha çawa li dijî faşistan têdikoşiyan, em dê li dijî qeyûman jî wisa têbikoşin. HDP navnîşana heviyê ye. Ev hêvi li ser piyan e. Teqez em ê bi ser bikevin. Tişta dixwazin tune bikin siyaseta demokratîk e. Siyayaseta demokratîk rêxistinbûna gel û civakê ye."    Nivîskar û Rojnameger Oya Baydar, jî anî ziman ku ew ne endamê HDP'ê ye û wiha got: "Ez xwe weke kesek bi wîcdan û bi sinc dibînim. Ji ber vê yekê ez beşdarî vê civînê bûm. Divê HDP ji bo pêşeroj û biryarên der barê pêşeroja welat de xwedî berpirsiyar be. Partiyek ku vê berpirsiyarê bide ser milê xwe girîng e. Ez ê li gel wê cih bigirim. HDP û Siyaseta Demokratîk ruyê gel e. Siyayaset tişteki aqil û sersar dixwaze. Niha peşniyara HDP'ê ya sine-î millet tê axaftin. Divê HDP ji bo yêşeroja welat kozik û qadan bernede. Divê HDP neyê lîstîka îqtîtarê."    NAS: DIVÊ EM LI HDP'Ê XWEDÎ DERKEVIN'   Sîyasetmedar û aborîzan Nesrin Nas jî anî ziman ku çareseriya pirsgirêka Kurd girîng e û wiha got: “Dema hûn li ser tariya bêçaretiyê rûnên, cîhanek din pêkan e. Hevîkirin û daketina qadan rîskê dixwaze. Rejîmên serdest ji bo qadê ji xwe re vekin dixwazin hêviyê bikujin. Lê qet dê fêrî vê yekê nebin. Divê berî her tiştî wekî welatiyekî her kes li mafê xwe yê zagonî û makeqanûnî derkevin. Tayînkirina qeyûman ne tenê pirsgirêka HDP’ê ye. Di seri de muxalefet û hemû hêzên din e. Ger ku îro kesên li mafên HDP’ê xwedî dernekevin, dê sibê nikaribin li mafê xwe jî xwedî derkevin."    OZTURK: ÇARESERÎ ÎMRALÎ YE   Hevserokê Gişti yê KCD'ê Berdan Ozturk jî diyar kir ku Tirkiye bi faşizmê tê rêvebirin û wiha got: "Ji roja ku Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin û hita niha Kurd û mafê Kurdan tune hatiuye hesibandin. Îro di bingehê êrîşên li dijî Rojava de ev feraset heye. Li Rojava li dijî destkeftiyên Gelê Kurd êrîşên pir zêde hene. Li Tirkiyeyê li dijî destkeftiyên gelê Kurd û gelê Tirkiyeyê ji aliyê îqtîdara faşîst ve êrîş hene.  Îro faşîzma AKP- MHP'ê bi tayînkira qeyûman vîna me xeps dike. Dixwaze em vîna gel teslîmî wan bikin. Îro pirsgirêka herî mezin pirsgirêka Kurd e. Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe li Tirkiyeyê tu pirsgirêk çareser nabin. Îtîfaqa AKP- MHP'ê îro diçe DYA û Rûsyayê. Lê  rêya çareseriya pirsgirêka Kurd li Îmraliyê ye. Çareseriya Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye. Bila vala vala neçin wan deran. Heta li Îmraliyê hevditin nekin pirsgrêka Kurd çareser nabe. Heta aştî neyê vî welatî aştî nayê Tirkiye û Rojhilata Navîn. Em wekî hilbijêr û gel dê heta dawî li vîna gel xwedî derkevin. Heta dawî em ê têbikoşin. "   ÇÎFTYUREK: DEWLET NAXWAZE KURD SIYASETÊ BIKIN   Serokê Giştî yê Partiya Komunist  a Kurdistanê Sînan Çiftyurek jî anî ziman ku dewlet naxwaze Kurd siyasetê bikin û wiha got: "Em vekişandinê rast nabînin. Ger ku biryarek wisa bê girtin dê AKP- MHP li karê be. Divê xwe venekişîne. Divê 10 caran bifikere û piştre gavan bavêje. Her roj her kêlî, îşkence heye. Wekî îşkenceya çînan her roj binçav dikin. Ji peyvirê digirin. Bi sînîrê gelê Kurd dilîzin. Gel dibêje ez hildibijerim Enqere wan ji peyvirê digire. Çima qeyûm tayîn dikin. Ji ber ku dewlet naxwazin Kurd siyasetdê bikin. Di 6 mehên dawî de kadroyên siyasetê tasfiye kirin. Ev polîtîka bû sedema yekîtiya gelê Kurd. Em dê di 5'ê Kanûnê de civîna xwe ya duyemîn pêk binin. Ger ku em eniya fireh a demokrasiyê ava bikin dê rejîma AKP'ê winda bike."    TURMEN: VÎNA GEL TUNE DIHESIBÎNIN   Berdevkê Hewldana Ji bo Demokrasiyê Yekîtî Riza Turmen jî peylam şand û got: "Li şûna hevşaredarên ku gel hilbijartiye, tayînkirina Walî u Qeymeqaman, nehesibandina vina gel e. Bê hurmetiya li dijî vîna gel e. Tişta hatiye kirin li dijî xala 127'an a Destûra Bingehîn û Şartê Xweseriya Rêveberiyen Herêmî ya Ewropa ye."      MIZRAKLI: HDP ŞÊWIRMENDIYA KESÊN LI PEY HEQÎQETÊ NE   Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mızrakli ji ji Qeyseriyê name şand û wiha got: "Li dijî HDP’ê hemû cureyên êrîşan hene. Em jî dibêjin kî rasî êrîşê bê HDP ew e. Ji ber ku HDP pir çandî u pir nasnameyî ye. Bingeha HDP’ê zexm e. Bi êrîşa HDP’ê dixwazin aştiya navbera gelê Kurd û Tirk xera bikin. "