Balafira bêmirov a Tirkiyeyê Xanesorê bombe kir 2019-11-19 17:44:05   ŞENGAL - Balafira bêmirov a Tirk navenda bajaroka Xanesor a ser bi Şengalê bombebaran kir.   Balafira sîxûrî û bêmirov (SÎHA) a Tirkiyeyê berê niha bi demeke kurt navenda bajaroka Xanesor a ser bi Şengalê bombebaran kir. Li gorî zanyariyên nûçegîhanê Rojnewsê ji herêmê daye balafira ku êrîş pêkaniye balafira bêmirov bûye û raste rast navenda bajêr hedef girtiye. Têkildarî encamên bombebaranê hîn tu zanyariyek zelal bidest neketiye. Balafira bêmirov 4’ê Mijdarê jî êrîşÎ Xanesorê kiribû û di encama êrîşê de 3 endamên YBŞ'ê birîndar bûbûn. Tevî ku rayedarên artêşa Iraqê li cihê bûyerê lêkolîn pêkanîn jî têkildarî êrîşa Tirkiye ti helwestek nedabûn nîşan.