Li Dêrsimê jin wê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin 2019-11-19 16:34:37    DÊRSIM -  Platforma Jinên Dêrsimê, bernameya xwe ya çalakiyan a di çarçoveya 25'ê Mijdarê de aşkera kir û got: "Ji bo ku em daxwazên xwe bînin ziman û qanûn bên pêkanîn em ê li qadan bin."   Platforma Jinan a Dêrsim, derbarê bernameya çalakiyên xwe yên di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî de li avahiya KESK'ê ya Platforma Şaxan Daxuyanî da. Nûnerên saziyan û yên partiyên siyasî tevli daxuyaniyê bûn. Lê ser navê platformê Nurşad Yeşîl axivî û got: "Bila her cure tundiya li ser jinê bê astengkirin." Nurşad diyar kir ku  vê salê jî di 25'ê Mijdarê de wê li dijî tundiya li ser jinê li qadan bin. Herwiha Nurşad diyar kir ku mafê jinê tê binpêkirin û jin di encama tundiya li wan tê kirin de jiyana xwe ji dest didin. Nurşad daneyên qetilkirina jinan ên Platforma em ê Qetilkirina Jinan Rawestînin bi bîr xistin û ev tişt got: "Em wekî Platforma Jinan a Dêrsimê ji bo ku em daxwazên xwe bînin ziman û qanûn bên pêkanîn li qadan bin û em bang li hemû jinan dikin ku dakevin qadan."   Bernameya polatformê wiha ye:    "*Îro: Wê ji jinên girtî re kart bê şandin,   *21-22 22'yê Mijdarê - roja Înê: Ji bo balê bikişînin se tundiya li jinê wê afîş li  kargehên bazirganiyê û wesayitan bên daliqandin, li Eywana Şaredariyê ya Konferansê jî wê fîlm bê pêşandan,   *25'ê Mijdarê: Li qada Seyît Riza saat di 17.30'an de wê daxuyanî bê dayîn."